Li Sakaryayê êrîşî karkerên Kurd kirin

Karkerên ku ji Mêrdînê ji bo berhevkirina findiqan çûbûn Sakaryayê, êrîşekî nîjatperest li hember wan hate kirin.

Ji navçeya Şemrex a Mêrdînê 16 karker ji bo findiqan berhev bikin çûbûn Sakaryayê. Xwediyê kar û gundiyan êrişî karkerên Kurd kirin. Karker piştî êrîşa li dijî wan pêk hat ji bo vegerin Mêrdînê derketin rê. Di kêliya êrîşê de dîmen hatine kişandin û di dîmenan de jî tê xuyakirin ku xwediyê kar û gundî êrîşî karkeran dikin û di dîmen de dengê qerefîzan û hawarê heye.

Bariş Demîr ê li dijî wî êrîş pêk hat diyar kir ku beriya bûyerê di navbera wan û xwedî kar de tu pirsgirêk tune bûye û got: “Serê sibê ji bo kar em çûn baxçe. Xwediyê kar hat got ‘keriyê kuçikan’ xeber ji bo me got. Li ser vê yekê em ji baxçe derketin.”

Demîr destnîşan kir ku xwediyê kar ji ber ku karker ji baxçe derketine gef li wan xwariye û dibêje; ‘Qey hûn dibêjin ev der welatê we ye. Ev der welatê me ye’ û wiha got: “Li ser vê gefê êrîşî me kirin. 8 kesan êrîşî me 3 kesan kir û bi dar û beran li me dan.”

Piştî êrîşê karker ji bo vegerin Mêrdînê derketin rê.