Konseya Ewropayê xwest, Kavala 'tavilê bê berdan'

Konseya Ewropayê careke din bang li rayedarên Tirk kir ku Osman Kavala tavilê berdin.

Konseya Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ku "Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê dike ku karsazê Tirkiyeyî tavilê berde."

Komîteyê bal kişand ser "lezgîniya rewşê" û diyar kir ku wê di civîna navbera 29'ê Îlonê û 1'ê Cotmehê de vê dozê ji nû ve binirxînin.

Konseya Ewropayê meha Gulanê jî xwestibû ku Osman Kavala bê berdan.

Osman Kavala sala 2013'an bi hinceta ku piştgirî daye Tevgera Gezî bi hewldana darbeyê hate sûcdarkirin û ji Cotmeha 2017'an ve girtî ye.