Li 4 bajaran kargeh û wesayit hatin şewitandin

Insîyatîva Zarokên Êgir li Edîrne, Denizlî, Bûrsa û Antalyayê kargeh û wesayit şewitandin.

Daxuyaniya Insîyatîva Zarokên Êgir wiha ye:

''1'ê Îlona 2020'an dikaneke tekstîlê ku destekê dide şerê dijî Kurdan hate şewitandin. Bi vî rengî me deresek da ên ku destekê didin AKP'ê û komkujiyên li Kurdistanê.

2'yê Îlona 2020'an li Edîrne navçeya Keşanê û navçeya Pamukkale ya Denizlî wesayiteke Tirkên mêtinger hate şewitandin.

3'yê Îlona 2020'an li navçeya Înegolê ya Bûrsayê fabrîkayeke mobîlyayan a alîgirê Erdogan û AKP'ê ji hêla Insîyatîva Zarokên Êgir ve hate şewitandin. Bi şewatê fabrîka bû xwelî.

3'yê Îlona 2020'an li Denizlî fabrîkayeke ku fînansoriyê ji şerê dijî Kurd re dike hate şewitandin. Di encama şewatê de gelek teqîn çêbûn û fabrîka nema dikare were bikaranîn.

4'ê Îlona 2020'an li Antalyayê otoboseke fîrmaya faşîst ku destekê dide şerê dijî Kurdan hate şewitandin. Di encamê de otobos bi temamî şewitî.''