DFG: Di meha Tebaxê de 2 rojnameger hatin girtin

DFG a rapora binpêkirinên li ser rojnamegeran a meha Tebaxê eşkere kir, diyar kir ku 2 rojnameger hatine girtin, êrîşî 8 rojnamegeran jî hatiye kirin.

Komeleya Rojnamegerên Dicle Firat (DFG) rapora bipêkirina li hember rojnamegeran a meha Tebaxê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilat ji bo rastiyê binixumîne û tarî bike tişta yekem dike êrîşî çapemenî û medyayê dike û got: “Bi vê yekê diwazin girêdanînên gel ên bi rastiyê re hatî nixûmandin qût bike. Lê çi zû yan direng her tim rastî tê eşkerekirin. Dema rewş wiha be, tim di nava rastî û desthilatê de şer heye. Di meha Tebaxê de jî ji bo rojnamegeran meheke ku êrîşî, gef, astengî, sansûr û lêpirsîn û dozan derbas bû.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yek ji binpêkirinên li ber çapemeniyê reşkirina ekranên televîzyonê ye û hate ziman ku di meha Tebaxê de ekranê televîzyona TELE 1 ji bo 5 rojan hatiye reşkirin.” Dîsa ji bo xwe gihandina gelek nûçeyan jî astengiyên xwe negihandinê hatine danîn.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rojevkirina rojnameger Îdrîs Yayla ku bûyera destavêtina çawîşê pispor Mûsa Orhan û şûnde Îpek Er a dawî li jiyana xwe anî, lêpirsîn hate destpêkirin û ev hate gotin: “Ev zextên wiha, di warê çapemeniya azad de nayê qebûlkirin. Divê tavilê lêpirsîna derbarê hevpîşeyê me Îdrî Yayla hatî destpê kirin bê dawîkirin.”

Di raporê de hate gotin ku hewldanên sîxûrkirina rojnamegeran hatiye kirin û ev hate gotin: “Rojnamevanê ji Nûnertiya Rojnameya Evrensel a Amadê Cengîz Anil Bolukbaş ê erkdar, ji aliyê 3 kesên ku xwe weke polîs dane nasandin, hatiye desteserkirin. Ji bo Bolukbaş sîxuriyê bike ew tehdît kiriye. Ev rewş li ti derê cîhanê nayê qebûlkirin.”

Her dawî hate diyarkirin ku ji bo hevpîşeyên xwe daxwaza azadiyê dikin û ev hate gotin: “Hê jî bi dehan rojnameger girtî ne. Tirkiye ya ji bo rojnamegeran bûye girtîgeh, divê tavilê bê guhertin. Cihê rojnamegeran ne girtîgeh in, li kolan û qadên ku nûçe lê hene ye.”

Binpêkirinên di meha Tebaxê de pêk hatine wiha ne:

“3 rojnameger hatin destgîrkirin, 2 girtîne, êrîşî 8 rojnamegeran hatiye kirin, êşkence û nêzîkatiyên xirab li 2 rojnamegeran hatiye kirin, sîxûrî û gef li rojnamegerekê hatiye kirin, 2 rojnameger hatine astengkirin, derbarê 3 rojnamegeran doz hatiye vekirin, derbarê 3 rojnamegeran lêpirsîn hatiye destpêkirin, darezandina 5 rojnamevanan a ji yek dosyayê dewam dike, 7 cezayên RTUK’ê, ji bo 97 nûçe û 2 malperên înternetê astengiya xwe gihandinê pêk hatiye û hejmara rojnamegerên girtî (ji 4’ê Îlona 2020’ê û şûnde) 95.