Ghobash: Ereb berevaniyê nekin Tirkiye wê her deverê dagir bike

Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Stratejîk a Ereb Mukhtar Ghobash got dewleta Tirk ji pişt ve xencerê li Ereban dide û diyar kir çareserî xweparastin e. Ghobash her wiha got êrîşên li ser Kurdan jî bandorê li Ereban dike.

Dewleta Tirk piştî ku êrîşên dagirkirinê li ser Sûriyê, Iraqê û Libyayê da destpêkirin ev li welatên Ereban bû sedema helwestan. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Kurd kirin hincet  êrîş bire ser Sûriyê û Iraqê, di pey re bi çeteyên çekdar ên bi ser Birayên Misilman hewl da ku Libyayê dagir bike, vê kire ku Ereb tevbigerin . Misir ku serkêşiya welatên Ereb dike ji bo ku êrîşên dagirker ên Tirk rawestîne ji bo avakirina yekîtiya welatên Ereb, ji bo Ereb berevaniyeke hevpar bikin û li dijî dagirkeriyê rabin xebat da destpêkirin.

'MEKANÎZMAYA XWEPAASTINÊ YA EREBAN QELS E'

Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Stratejîk a Ereb û Doktorê Hiqûqa Cezayê Mukhtar Ghobash derheqê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser welatên Ereb got, ''Em nikarin daxwaz û hewldana Tirkiyê ya dagirkeriya welatên Ereb weke tiştekî ji rêzê be bibînin, ev meseleyeke herêmî û navnetewî ye.''

Ghobash bi berdewamî got, ''Li welatên Ereb û li herêmên xwe, tecrûbeya an jî mekanîzmaya xweparastinê pir qels e. Herêma Ereb bi hêsanî dikarin ewlehiya xwe bi dest hêzên din ve berdin. Tirkiye jî weke dewletên din li herêmên Ereb dixwaze parçeyekî dagir bike û serweriya xwe deyne. Hewldana Tirkiyê ya dagirkirina Sûriyê û piştre ya Libyayê bi xwe re pirgirêk û tengazariyên mezin anîne.''

'HEMÛ CIHÊN KU KURD LÊ NE DIKIN HEDEF'

Li ser dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyê jî Ghobash got, ''Helbet li Sûriyê û Tirkiyê meseleyeke girîng heye; meseleya Kurd. Tirkiye ji bo ku vê meseleyê bêkarîger bike, êrîşê dibe ser herdu aliyên sînor, ango li aliyê Sûriyê jî û li aliyê Tirkiyê jî êrîşê tîne. Tirkiye hemû xakên ku Kurd lê ne dixwaze dagir bike.''

Ghobash bi berdewamî got ji bo ku li welat û herêmên Ereb ji ber ku mekanîzma ewlehiyê pir qels e, Tirkiye û Îran li herêmên Ereb bi kêfa xwe hespê xwe dibezînin, ev rewş ji bo Kurdan jî wiha ye û Tirkiye hewl dide daxwazên Kurdan biçewisîne û li ser hemû xaka wan bibe xwedî hikim û Kurdan dike hinceta dagirkirina Sûriyê. Ghobash bal kişande ser êrîşên Tirk ên ser Kurdan û got PKK weke hincet nîşan dide lê diyar e ku sedem ne PKK e û her wiha got ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan zirar digihije ser herêm û civakên Ereb jî. Ghobash got, ''Di rewşeke wiha ku mirov çawa dikare bi Tirkiyê re têkiliyê deyne, cîhana Ereb hay ji vê talokeya Tirkiyê çêbûye û êdî vê dibîne. Ango gotina min ew e ku Tirkiye ya ku ev der dagir kirine û Ereb wê çawa têkilî deynin, wê çawa biaxivin, wê weke dewletên dost, an dijber, weke welatekî ku bi hêzên din re şer dike? Lê dawiya dawî cihên ku ketinê ne yên wan in û ji vê re dagirkerî dibêjin. Em çawa pê dizanin ku siberojê wê li me nezîvirin? Ji ber vê rewşa nediyar hê pir zelal nebûye bê ka Ereb wê bi çi zimanî biaxivin. Tirkiyê pêşî Sûriye dagir kir, piştre Iraq û niha jî Libya dagir kir.
Ji hêla Tirkiyê ve dagirkirina Libayê bêhna me pir teng kir, hêrs me rakir. 

Sedema pirsgirêka Misir û Tirkiyê ev e û heke wiha bidome wê bibe pirsgirêkek ku nikaribe were çareserkirin.''

Ghobash her wiha got ji bo ku civaka Ereb bikaribe parastina netewî bike, xweparastinê baştir bike hewceyî bi mekanîzmayeke baş, bi mekanîzmayeke hevpar e.''

'PEYMAN HEMÛ LI SER REZERVÊN BINERD IN'

Derheqê sedema dagirkeriya Tirk a li ser Libyayê Ghobashî got, ''Hewldana pêşî ya dagirkirinê ya Tirkiyê bi tifaqa pêşî ya ser deryayê û ewlehiyê ya di navbeyna Enqerê û Sarac de çêbû. Wê demê jî Italya û Yewnanîstanê peymana xeta sînor a li ser deryayê hate danîn. Helbet ev peyman piştî peymana Tirkiyê û Sarac hate danîn. Ev hemû peyman li ser rezervên binerd ên li Rojhilatê Deryayaspî ne'' û got, ''vê peymanê Tirkiye pir aciz kir û ew qilqiland. Li Libyayê rojê 300 milyon warîl petrol tê derxistin.''

Ghobash her wiha got ew ji hêzên navnetewî helwesteke zelal nabînin ku hewldana dagirkeriya Libyayê ya bi destê Tirkiyê asteng bikin, an jî bikin ku vekişe, nabînin, tenê Fransa helwesteke zelal datîne lê belkî ev helwesta Fransayê jî ne tenê bi Libyayê re  têkildar e û bal kişande ser dubendiya Fransayê û Tirkiyê û got Fransayê nehiştiye ku Tirkiye bikeve YE'yê.

'PEVÇÛNA DESTILATÊ YE'

Ghobash her wiha got hewldanda dagirkeriya hêzên navnetewî ya li Libyayê pevçûna desthilatê ye û her wiha qelsbûna mekanîzmaya berevaniyê û yekîtiyê ya welatên Ereb jî dibe sedema van hewldanên dagirkeriya li ser Libyayê.

'HEWLWESTA CÎHANA EREB YA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK PIR QELS E'

Derheqê helwesta qels a Yekîtiya Ereb û welatên Ereb ên li ser dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Libyayê got, ''Helwesta ku tevahiya civaka Ereb, Yekîtiya Ereb heta niha li dijî dagirkeriyê dayî pir qels e. Di navbeyna Yekîtiya Ereb de jî nakokî hene. Salên 1960'î ew tirs çêbû ku şerê Magrib û Cezayirê çêbibe. Lê rûspiyên Ereb bûn navbeynkar û şer çênebû. 

Ji bilî vê di nav Yekîtiya Ereb de, di nav civakên Ereb de nakokiyên giran hene ku mirov ditirsîne û ji ber van nakokiyan li dijî hêzên derve nabin xwedî helwesteke xurt.''

'HEMÛ HÊZÊN LI WELATÊN EREB JI KIRINA TIRKIYÊ RE DAGIRKERÎ DIBÊJIN'

Li ser helwesta çapemeniya Ereb a derheqê dagirkeriya Tirk a li Libyayê jî Ghobash got, ''Di nav çapemeniya Ereb de parçebûnî heye, heke ji hêla dewletên derve ve bi ser herêma Ereb de têne, ne rast e ku mirov ji yekê re dagirkerî bibêje û ji yekê re ''têkiliya di navbeyna welat û hêzan de'' bibêje. Îro heke ji Tirkiyê acizbin berê xwe didni Tirkiyê, ji Îranê aciz bin berê xwe didin wê, lê ne rast e ku sivikatî li dagirkeriyê were kirin û weke têkiliyeke normal were nîşandan. Hemû hêzên li welatên Ereb ji bo berjewendiyên xwe hene û ji vê re dagirkerî dibêjin.''

'ÊRÎŞÊN LI SER KURDAN BANDORÊ LI SER EREBAN DIKE'

Derheqê nêzîkatiya cîhana Ereban a li Kurdan jî Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Stratejîk a Ereb û Doktorê Hiqûqa Cezayê Mukhtar Ghobash got, ''Bi min Kurd ji bo ewlehiya netewî ya Ereban bi cihekî girîng in û divê wiha were dîtin. Li ser mijara êrîşên dagirker ên Tirkan ên li ser welatên Ereb helbet Kurd dikarin bi roleke girîng rabin. Kurd li cihê ku lê ne, bi rengekî ku mafê wan ên xweseriyê were mîsogerkirn divê bi çarçoweya ewlehiya netewî ya Ereb were naskirin.''

Ghobashî derheqê bê ka Misir dikare li bara êrîşên dagirkeriya Tirk herêmên Ereb biparêze yan na got, Misir bi artêşa xwe dikare ewlehiya xwe ya netewî biparêze, artêşa wê bi asta cîhanê di rêza 9'an de ye, dijî êrîşên Tirk dikare parastina sînorên xwe yên netewî bike û got li ser meseleya ku hemû Ereban biparêze jî got, divê ev bi berfirehî were nirxandin, bi çarçoweya kongreya netewî ya hemû yekîneyên Ereb artêşa Misirê dikare bi roleke sereke rabe û got, ''Divê avaniyeke dî were danîn ku ji hêla hemû Erban ve were qebûlkirin.''

'WEKE XENCEREKÊ DI PIŞTA EREBAN DE HATIYE ÇIKIZANDIN'

Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Stratejîk a Ereb û Doktorê Hiqûqa Cezayê Mukhtar Ghobash herî dawî li ser asta destea li Sarac , darbeya li Birayên Misilman herêmî ye ya na got, ''Xelîfe El Xiwel, Xalit El Mişrib û Feyyaz Sarac, ev sê şexsiyet li rojavayê Libyayê girîng e. Her çendî weke ku pevçûnek di navbeyna wan û Farac de hebe xuya bike jî bi min ev ne rewşeke herêmî ye. Li aliyê li Rojhilatê Sûriyê jî Evdile Sanî, Aqile Salih, Xelîfe Hafer sê şexsiyetên girîng in. Libya bûye du beş .Ev rewş me xemgîn dike.

Beriya niha jî di navbeyna Xelîfe Heftar û Akîla Salih de nakokî çêbûbûn lê vê zêde bandora xwe li ser hemû civaka Ereb nekir. Lê niha ji ber ku hêzên navnetewî û herêmî tevlî rewşa berdest bûne bandora xwe mezin e. Helbet bi qasî ku me xemgîn dike, rewşa ku tê jiyîn weke 'xencerekê' di pişta Ereban de hatiye çikizandin û Ereban dihejijîne.''