Olûç: Divê hê zêdetir aktîv bin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç anî ziman HDP wê li ser bendewariyên gel têkildarî krîzên civakî û aborî hê zêdetir polîtîkayên aktîv bi rê ve bibe.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç destnîşan kir ku desthilat xwe bi polîtîkayên şer li ser lingan digire, wê li dijî vê bêjin; aştî, muzakere û dîplomasî.

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serûhan Olûç têkildarî Bernameya Têkoşîna Demokrasiyê ya 3 mehan ji ANF’ê re nirxand. Olûç destnîşan kir ku ji xebatên encama sê mehan a hate kirin memnûn in; bi TSK, sendîka, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên xwe re civiyane, bi gel re jî civiyan e û got: “Hêvî, bendewarî û coşa gel bi dawî nebûye. Tevî hemû zextan jî li pişt vîna xwe ya siyasî ye; bi biryar û xwedî li siberojê derdikevin. Gel jî di ferqa zoriyên şert û mercan de ne, têkoşîna xwe jî li gorî vê dikin.”

‘BENDEWAR JÎ HDP’Ê HENE’

Olûç diyar ku ku bendewariyên gel ji HDP’ê hene û wiha pêde çû: “Ji HDP’ê daxwaz dikin ku hê zêdetir bi rêxistinkirî, bi biryar û polîtîkayên ku encamê bigire hilberîne. Me li rexne û pêşniyaran guhdar kir. Me kêmaniyên xwe dît û ji bo derbaskirina vê jî bi MYK’ya xwe re dinirxînin. Em ji bo dema pêşiya xwe çawa bidomînin, biryaran digirin.”

‘DESTHILAT BI POLÎTÎKAYÊN ŞER LI SER LINGAN E’

Olûç Deklerasyona Aştiyê ya ku Hevserokên HDP’ê 31’ê Tebaxê ragihand bibîr xist û ev nirxandin kir: “Me ji bo hemû beşên civakê têkildarî mijara çareseriya demokratîk, aştî û çareseriya pirsa Kurd nêrînên xwe parve kir. Ne tenê nêrînên li ser pirsa Kurd a li Tirkiye û dîsa şerê ku Tirkiye li Iraq û Sûriyeyê birêve dibe, bi giştî li hemberî polîtîkayên şer ên li Behra Spî, Ege û Lîbayayê, qala girîngiya dîplomasî û muzakereyê kir. Ji ber ku desthilat xwe bi van polîtîkayên şer li ser lingan digire, em ji hemberî vê polîtîkayên aştî, dîplomasî û muzakereyê bidin pêş.”

POLÎTÎKAYÊN TÊKILDARÎ KRÎZÊN ABORÎ

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç destnîşan kir ku bêkarî û bihabûna jiyanê ya girêdayî krîzên aborî li hemû bajaran pirsgirkêkeke esasî ye, hate diyarkirin ku divê polîtîkayên HDP’ê yên têkildarî vê hê zelaltir û li pêş bin. Olûç wiha domand: “Li hemberî krîzên civakî pêşxistina polîtîkayên hê zêde aktîvtir a HDP’ê xwedî girîngiyekî mezin e. Me gotina Serokê Giştî ya AKP’ê û bi sifetê Serokkomar a ‘Hûn dizanin bihayê fîşekekê çende?’ bibîr xist. Divê her kes vê bihizire; her fîşeka tê teqandin, her bombeya tê avêtin, her rabûna balafiran, tê wateya kêmbûna keda gel û bêkariyê. HDP wê di warê krîzên civakî û aborî hê zêde aktîvtir rol bilîze.”

‘TECRÎD POLÎTÎKAYA NEÇARESERIYÊ YE’

Olûç gotina Ocalan a di hevdîtina dawî ya ‘Hefteyekê dem bidin min’ ji bo aştî û çareseriya demokratîk biryardariya xwe nîşan da bibîr xist û got: “ Tecrîd, li pêşberî vîna çareseriya Birêz Ocalan, dewama polîtîkaya neçareseriyê ye.”