ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Roboskê şerma vî welatî ye'
Helkefta Ji bo Roboskê Dad diyar kir kujer hê jî nehatine darizandin û got heta ku dad neyê Roboskê nayê Tirkiyê jî. Helkeftê her wiha got, ''Roboskê şerma vî welatî ye.'' -
Polîsan cenazeyê Ebrû Tîmtîk revandin -NÛ BÛ
Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tipa Edlî ya li Yenîbosnayê ji aliyê polîsan ve hate revandin. -
Polîs hewl didin merasîma cenazeyê Tîmtîk asteng bike
Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk li Saziya Tipa Edlî tê hiştin. Li gorî agahiyan, polîsên Tirk amadekariyan dikin ku merasîma cenaze asteng bikin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Tebaxa 2020'an. -
Wê roja Şemiyê cenazeyê Tîmtîk bê veşartin
Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da hê jî li ATK’ê ye, parêzerên OHD’ê ragihand ku wê cenazeye roja Şemiyê li Goristana Gazî bê veşartin. -
HDP: Em bi hêrs in, xemgîn in
MYK a HDP’ê têkildarî Ebrû Tîmtîk a di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da got: “Banga lezgîn ji bo hikûmetê dikin; tehmûla me ji bo mirinên nû nemaye. Tavilê Aytaç Unsal berdin.” -
Ebrû Tîmtîk jiyana xwe ji dest da
Parêzer Ebrû Tîmtîk a 238 roj bû di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. -
Malbatên parêzerên di rojiya mirinê de: Lezgîn berdin
Malbatên parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza darizandina adilane di rojiya mirinê de ne, daxwaza ‘berdana lezgîn’ kirin. -
Li Stenbol û Amedê ji bo Tîmtîk û Unsal çalakî hate kirin
Ji bo balê bikişînin ser rewaş parêzerên di rojiya mirinê de 12 kesên ku xwestin li pêşiya mala Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Kisikliyê daxuyaniyek bidin hatin destgîrkirin. Li Amedê jî daxuyaniyek hate dayîn. -
Li dijî êrîşên li ser Şengalê hashtaga #NoFlyZone4Sinjar
Sazî û rêxistinên sivîl li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê îşev saet 21:00’an li ser tevna dijîtal Twîtterê bi hashtaga #NoFlyZone4Sinjar nerazîbûnên xwe tîne ziman. -
Oluç: Mûsa Orhan 'zaroyê baş' ê dewleta Tirk e
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li ser berdana leşkerê Tirk ê tecawizkar Mûsa Orhan got, ''Ew bi rengê 'zarokê baş' ê desthilat û dewletê karê xwe didomîne.'' -
Trajediya karkerên demsalî: Di qezaya traktorê de 3 kes mirin
Li navçeya Sarûhanli ya Manîsayê, traktoreke ku karkerên demsalî tê de bûn û mînîbuseke bar li hev qelibîn. Di bûyerê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Li Kirşehîrê 14 girtî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê 14 girtî li dijî şert û mercên li derveyî mirovahiyê 101 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
Parêzerên Ocalan cara 100'î serî li rayedaran dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, careke din serî li rayedaran dan. -
Ciwanan li Marsîlyayê çalakî kirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên TCŞ'ê di çarçoveya pêngava 'Bi hev re serhildan' de meşek pêk anîn û bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Fîrmayên ku ji bo SÎHA'yan hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin
Dewleta Tirk ku li gelek herêmên Kurdistanê sivîlan qetil dikin, ji bo SÎHA û fuzeyên wê hevkariyê bi gelek fîrmayên rojavayî re dike. Di hevkariya dewleta Tirk de 5 fîrmayên rojavayî derdikevin pêş. -
ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Tebaxa 2020'an. -
Li Mûşê 3 kes hatin girtin
Li Mûşê Hevserokê Bajêr ê HDP’ê Abdulbarî Yîgît, Şaban Atilgan û Guler Bîngol ên ku di 15’ê Tebaxê de di serdegirtia malê de hatibû destgîrkirin û piştre serbest hatibûn berdan, hatin girtin. -
Serdana DÎSK û Turk-Îş kirin: Em ê bi hev re ser bixin
Heyeta KCD, DBP û HDP’ê li Mêrsînê serdana DÎSK û Turk-Îş’ê kirin. Di hevdîtinê de bal kişandin ser şer û krîzên aborî, banga hatina ba hev hate kirin. -
Dek û dolabên MÎT'ê yên li ser Kerkûkê
Rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) bi rêya eniya Tirkmen li Kerkûkê li dijî vekirina bargeha hevbeş a ewlekariyê ya navbera pêşmergeyan û hêzên ewlekariya Kerkûkê dek û dolaban digerîne. -
Çawişê pispor ê tecawizkar Orhan hate berdan
Çawişê pispor ê Tirk Mûsa Orhan ku li Êlihê dest avêt jineke ciwan a 18 salî, li ser nerazîbûneke mezin hatibû girtin, lê piştre hate berdan. -
Li peravên girava Herkeyê bota penaberan noqî avê bû
Hate ragihandin, li peravên Girava Herke ya Yewnanistanê, boteke ku nêzî 80 penaber li ser bûn, noqî avê bûye. -
ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Însyatîfa Zarokên Agir marketekî mezin şewitand
Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku marketekî mezin 2 kargehên girêdayî AKP’iyan şewitandine.