Roja destpêkê ya Meşa Dirêj bi dawî bû

Roja destpêkê ya Meşa Dirêj a ciwanên Kurd bi dawî bû, ku her sal ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî bi rengekî kevneşop li dar dixin.

Ciwanên Kurd doh serê sibehê li bajarê Hannover ê Elmanyayê li hev kom bûn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî dest bi meşê kirin. Roja destpêkê ya meşa dirêj danê êvarê li bajarê Lehrteyê bi dawî bû.

Ji Elmanya, Frans, Awûstûrya, Swêd, Hollanda, Spanya, Îngilistan û Swîsreyê derdora 250 ciwan tevlî meşê bûn. Meş bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan" tê lidarxistin.

Çalakî li Hannoverê li taxa Steîntorê dest pê kir ku Halîm Dener lê hatibû kuştin. Çalakvan di roja destpêkê de bi 20 kîlometreyan meşiyan.

Meşvanan êlekekî kesk, sor û zer li xwe kirin, ku li pêşiya êlek gotina 'Dawî wê bi heybet be' ku peyva fermandarê berxwedana xwerêveberiyê ya Sûrê Çiyager bû, li pişt jî nivîsa 'Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan' hatibû nivîsandin.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Ji bo azadiya Ocalan bi hev re serhildan", "Heftanîn wê li dagirkeran bibe goristan", "Her der Heftanîn e, bi hev re serhildan" hatin hildan û stranên li ser berxwedana Heftanînê û serhildanê hatin gotin. Di meşê de dirûşmên" Bijî berxwedana Heftanînê", "Bijî piştevaniya navneteweyî", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan", "Jin, jiyan, azadî", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn û li gel baranê jî bi coş dewam kir.

Meşvan li Lehrteyê li salonekê li hev kom bûn û piştî navbera xwarinê û çayê, roja xwe nirxandin. Her wiha ji bo plankirina rojên meşê yên bê, komîsyon ava kirin.