Rêxistinên Ciwanan: Em ê berxwedanê geş bikin

Rêxistinên Ciwanan peyman dan ku ew ê li dijî destgîrkirin û êşkenceya AKP-MHP'ê berxwedanê geş bikn.

Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (Dev-Guç), Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG), Yekîtiya Ciwanên Şoreşger (DOB), Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derheqê destgîrkirina bi derblêdanê ya 17 ciwanan, a 1'ê Îlonê daxuyanî dan.

Rêxistinên Ciwanan li Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyaniya çapemeniyê dan.

Endamê YGD'ê Volkan Atmaca ku piştî êrîşa polîsan hatibû destgîrkirin got polîsan êşkence lê kiriye û ew ê lidijî zextan têkoşînê bidomîne.

Esra Can, endama Dev-Guçê jî got ew li dijî şerê li dijî Kurdan derketine qadan û dema ku 1'ê Îlonê li Rêya Meşê ya Sarigaziyê wan wê daxuyanî bidana polîsên sivîl ew asteng kirine.

Can her wiha got 17 hevalên wan bi êşkenceyê hatine destgîrkirin, dema destgîrkirinê kelepçe vajî li destê wan dane, deb li wan dane, li erdê dirêj kirin û nehiştine ku parêzer jî wan bibînin.

Can diyar kir ev ne cara pêşî ye ku vê êrîşê bi ser wan de tînin, ji bo ku ciwanên şoreşger li kuçeyan çalak dibin û li cem têkoşîna gelê Kurd disekiin vê êrîşê tînin ser wan.

Endama Dev-Guçê Esra Can bi berdewamî got ew ê bi hev re têbikoşin û faşîzma bi pêşengiya AKP-MHP'ê pûç bikin.