Saziyên civakî yên li Amedê êrîşa li Sakaryayê şermezar kirin

Saziyên civakî yên sivîl ên li Amedê êrîşa nijadperest a li ser karkerên demsalî yên Kurd şermezar kirin û gotin “Ev ne êrîşên edlî û munferît in.”

Saziyên civakî yên sivîl ên li Amedê li ser êrîşa nijadperest a li ser karkerên demsalî yên Kurd daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li Sakaryayê di 4’ê Îlona 2020’an de gundî û xwediyên kar êrîşî 16 karkerên Kurd kirine. Di van êrîşan de karker birîndar bûne.

Mexdûrê êrîşê Bariş Demîr di medyayê de axivî û diyar kir ku, berê di navbera wan û patron de tu pirsgirêk tunebû lê dema ew çûne ser karê xwe ji wan re hatiye gotin ‘kûçik’ û heqaret li wan hatiye kirin. Dema ku karker ji nav baxçe derketine jî gotine ‘Ma ev der bajarê we ye, ev der ê me ye’ û bi daran êrîşî karkeran hatiye kirin.

Li Sakaryeyê gelek êrîşên nijadperest hatine kirin. Di sala 2018’an de Kadîr Sakçi yê ku bi hinceta Kurdî axiviye hatibû qetilkirin, kurê wî yê 16 salî jî birîndar bûbû. Par jî Şîrîn Tosûn ê ku li Adapazariyê çûbû findiqan, êrîşî wî hatibû kirin û hatibû kuştin.

Li Behra Reş gelek caran ev êrîş tên kirin. Em dixwazin diyar bikin ku ev êrîşên nijadperest ên li ser Kurdan ne dûrî polîtîkayên civakî, ekonomîk û siyasî ne.

Divê ev êrîş, wekî bûyerên munferît û edlî neyên dîtin. Pêkanînên cihêkar ên şîddetê, êrîşên li ser karkerên Kurd, nexebitandina mekanîzmaya hiqûqê dibin  encama van tiştan.

Em vê êrîşa nijadperest a li ser karkerên Kurd şermezar dikin û dixwazin derbarê van êrîşan lêpirsîneke xurt were destpêkirin.

Van saziyan îmzze dan daxuyaniyê

ÎHD, Baroya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, TÎHV, Komeleya Jinan a Rosayê, TMMOB, KESK, DÎSK, DER-MEZ, SHÛDER û MEBYA-DER.”