Li gorî lêkolîna mehane ya bi navê Deutschlandtrend ku ji aliyê şîrketa Înfratest Dîmapê ve hate kirin û li qenala ARD'ê hate weşandin, rêjeya dengê hevpar ê partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU û Partiya Yekîtiya Xiristiyan CSU li gorî meha Tebaxê bi 2 pûanî kêm bûye û daketiye 36 ji sedî. Lê belê li gorî dema beriya şewbê, herî kêm bi 8-10 pûanî zêde bûye. Partiya Sosyal Demokrat (SPD) jî ku hevparê desthilatdariyê ye dengê xwe bi 2 pûanî zêde kiriye û bûye 17 ji sedî.
Li gorî anketê, Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ku partiyeke nijadperest e, pûanek kêm kiriye û tê payin ku 10 ji sedî yê dengan werbigire.
Partiya Kesk jî pûanek zêde kiriye û dengê wê 19 ji sedî hate pîvandin.
Li gorî lêkolînê Partiya Çep (Dîe Lînke) 7 ji sedî, Partiya Demokratên Lîberal (FDP) jî 6 ji sedî yê dengan werdigire.
Di heman lêkolînê de 66 ji sedî yê gel polîtîkayên hikumeta heyî serketî dibîne.
NAMZETÊN SEROKWEZARETIYÊ YÊN DERDIKEVIN PÊŞ: SODER Û SCHOLZ
Lîderê CSU û Serokwezîrê Eyaleta Bavyerayê Markûs Soder ku bi polîtîkayên xwe yên ewlekariyê tê naskirin, tê payin ku piştî Angela Merkel bibe namzetê hevpar ê CDU û CSU yê ji bo serokwezîrtiyê. Li gorî lêkolînê 56 ji sedî yê beşdaran Soder weke 'namzetekî baş ê ji bo serokwezaretiyê' ji bo her du partiyan dibîne. 55 ji sedî yê beşdaran jî Olaf Scholz ê ji SPD'ê weke namzetê baş ê ji bo serokwezaretiyê dibîne.
Ji Partiya Keskan jî Robert Habeck ji aliyê 42 ji sedî yê beşdaran weke namzetekî baş ji bo serokwezaretiyê tê dîtin.