Meha Tebaxê 208 karker li ser kar mirin: Tedbîr nayên girtin

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran diyar kir ku di meha Tebaxê de 208 karker, di 8 mehên destpêkê yên salê de jî 1306 karker li ser kar hatin kuştin.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora li ser bûyerên mirina karkeran li ser kar a meha Tebaxê eşkere kir.

Li gorî raporê di nava meha derbasbûyî de 208 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan.

Di 8 mehên destpêkê yên salê de jî bi giştî 1306 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hate ragihandin ku ji ber şewba vîrûsa koronayê gelek karkeran jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran nexweş ketine û şewbê bandora herî giran li karker û kedkaran kiriye.

'TEDBÎR NEHATIN WERGIRTIN, LI SER KAR BI ŞEWBÊ KETIN'

Di raporê de hate gotin, "Bi qasî me heta niha tespîtkirine herî kêm 224 karker dema ku li ser kar bûn bi nexweşiya Covîd-19 ketin û jiyana xwe ji dest dan." Di raporê de hate destnîşankirin ku tedbîr li dijî vîrûê nehatine girtin.