Dayika Helîn Bolek: Zarokên me ji ber nehestyarbûnê mirin

Dayika endama Grûp Yorum Helîn bolek a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, Aygul Bîlgî diyar kir ku nehestyarbûn mirin bi xwe re anî û got: “Sedemê nehestyarbûna civakî rûsîpî ne.”

Ji bo darizandineke adil Parêzer Ebrû Tîmtîk a ketibû rojiya mirinê hefteya borî di roja 238’an de jiyana xwe ji dest da. Aytaç Unsal jî di roja 212’an de li ser biryara 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind hate berdan. Her wiha solîsta Grûp Yorum a ji bo bi azadî konser bide Helîn Bolek 4’ê Nîsanê û Îbrahîm Gokçek jî 8’ê Gulanê jiyana xwe ji dest dabûn.

Dayika Helîn Bolek Aygul Bîlgî ya ji ANF’ê re axivî bal kişand ku dema pêvajoya keça wê di rojiya mirinê de bû tevlî gelek qenalên televîzyonê bûye û diyar kiriye ku keça wê li ber mirinê ye. Bîlgî anî ziman ku parlementer û hunermendên ku wê demê soza garantoriyê dan piştî ku destê xwe kişandin û şûnde civak şikest û got: “Wan garantoran sozên xwe bi cih bianîba, ne keça min, ne jî Îbrahîm û Ebrû dimirin.”

‘PÊVAJOYA NEXWEŞXANEYÊ EW KUŞT’

Bîlgî anî ziman ku bi mirina Ebrû Tîmtîk êşa wê nû bû û destnîşan kir ku pêvajoya rakirina nexweşxaneyê mîna keça wê giranbûna rewşa Tîmtîkê jî lezan. Bîlgî wiha pêde çû: “Dema ku Îbrahîm û Helîn li mala berxwedanê bû, şevekê bi serdegirtinê ew revandin. Bi kelepçekirina ji pişt ve em avêtin aliyekê, ew jî birin girtîgehê. Wê demê Şebnem Korûr Fîncancî jî gotibû, rakirina wan a nexweşxaneyê rewşa wan a tenduristiyê xirabtir dike û lezand. Mîna gotina wê jî pêk hat. Dema ku Ebrû û Aytaç jî rakiribûn heman tişt bi serê wan jî hat. Em li gel Helîn û Îbrahîm bûn, ji bo bêhn, ronahî û qelebalixî yên heyî rabikin tişta ji destê me dihat me kir, lê Ebrû ve Aytaç ji van hemûyan bêpar bûn.

‘DESTÊ XWE JÊ KIŞANDIN Û ZAROKÊN ME MIRIN’

Dema ku Helîn Bolek li nexweşxaneyê bûn ji bo soza konserek bê lidarxistin, heyetek hate avakirin. Di nava heyetê de Parlementerê CHP’ê Alî Şeker, Hîlmî Yarici, parêzerek û ew û hevserê wê jî cih girt. Bîlgî anî ziman ku ev nav bûn garantor û di mijara bê ka wê çi bikin, amadekarî kirin û gotin; ‘Em ê xebatan bikin’. Bîlgî wiha domand: “Dema ku Îbrahîm hate berdan hinek hinek hunermend û parlementer gotin; ‘Ji bo konserê tişta pêwîst wê bikin.’ Bûn garantor. Bi anîna Îbrahîm ew soz hemû hatin jibîrkirin. Eger ku wê rojê wan huneremend û wekîlan sozên xwe bi cih bianîba, ev bû xala şikestinê, wê tiştek bihata bidestxistin, wê gel bi hêvî biba. Lê wan destê xwe kişand, piştre tu bixwazî nexwazî gel jî bêdeng ma.”

‘HÛN ÇAWA TEMAŞE DIKIN?’

Bîlgî bi gotina ‘Helîn, Îbrahîm û Ebrû çûn’ rexne kir ku tu kesî tiştek nekir. Bîlgî bal kişand nebûna xwedî helwestên pêwîst ên rûspiyan di nava civakê de rê li ber nerazîbûnan vekir, diyar kir ku ji derveyî çend kesî tu kesî hestyarîbûn nîşan neda û got: “Di vê mijarê de rûspî nuqteya kilîd e. Eger ku destê xwe nekişandiba, wê nemiriban. Bi taybet Ebrû…” Bîlgî wiha domand: “Di dîrokê de cara yekem e ku hunermend û parêzerek ketin rojiya mirinê, canê xwe jî di vê oxirê de da. Çima her tim a destpêkê bi serê me tê? Hunermendek û parêzerek ji bo heq, edaletê bedena xwe dan ber mirinê. Mirov çawa li vê dinêre? Gelek hatin gotin, em li gel we ne hûn ‘heq in, em li gel we ne’ lê tenê bi gotinê ma. Hinek cesaret, li Tirkiyeyê her kes namzetê rojiya mirinê ye. Dibe sibe bi serê wan jî bê ev bê heqî û bê edalet.”

‘JI BO BIKIN NÛÇE LI PEY ROJNAMEVANAN KETIM’

Her dawî dayik Aygul Bîlgî destnîşan kir ku li gel nehestyarbûna civakî medyaya li Tirkiyeyê jî li ber vê berxwedanê bêhestyar bûye, anî ji bo nûçe çêbike daxwaz kiriye û got: “Her ku ez li malbata Aytaç û Ebrû dinêrim ku qenal qenal digeriyan ji bo derdê xwe bîne ziman, min xwe didît. Berê rojnameger li ber nûçeyê dibeziyan, wê demê ji bo rojnameger nûçe çêbike bi dehan car li pey wan beziyam. Malbata Ebrû û Aytaç jî heman tişt kirin. Bi gotina keça min dimire daketin kolanan. Em gihane vê astê ku ewqasî bê hestyar bin?”