Li Girtîgeha Wanê Dermanê şaş dane girtî

Li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Wanê ji ber dermanên şaş dane Îbrahîm Alkan ê 66 salî jehrî bûye û ew nexweşê diyabet û kolesterole ye.

Îbrahîm Alkan ê 66 salî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye. Ji ber dermanê şaş dane Alkan ew jehrî bûye. Her wiha ew nexweşê diyabet û kolesterole ye û 2 sal in ew girtî ye. Piştî ew şehrî bûye rakirine revîra hepsê. 

Bûka Alkan, Pinar Alkan diyar kir ku ji ber dermanê şaş dane xezûrê wê ji mirnê filitiye û xwest Rêveberiya Girtîgehê û Wezareta Dadê berpirsiyariya xwe bînin cih. Alkan da zanîn ku xezûrê wê nebirine nexweşxaneyê û tevî van hemûyan jî ew bi xetereya vîrûsa koronayê re rûbirû ne. 

Alkan got li girtîgehan paqijî nîne û xezûrê wê wek girtiyên nexweş ên din terkî mirinê hatiye kirin. Alkan bang li rayedaran kir ku xezûrê wê û girtiyên nexweş demildest werin berdan.