HDP'ê komkujiya 6-7'ê Îlonê şermezar kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera 65'an de komkujiya 6-7'ê Îlonê şermezar kir, xwest ku bi vê şermê re hevrû bibin û dadmendî pêk were.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê derheqê salvegera komkujiya 1955'an a li ser Rûm û Ermenan daxuyaniyek da û diyar kir 6-7'ê Îlona 1955'an li Stenbol, Izmîrê û di serî de welatên Rûm Ermen ên li gelek deverên Tirkiyê dijiyan, li ser Xiristiyan û Mûsewiyan êrîşeke biplan û sîstematîk dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin li gorî daneyên fermî li Stenbolê 73 dêr, 8 ayazma, 2 manastir, 3.584 ên Rûman 5.538 mal û kargeh hatine şewitandin, hilweşandin û talankirin. HDP'ê got êrîş, ''Ji hêla Lijneya Taktîka Seferberiyê, Kontrgerîla û berpêşiya MÎT'ê Xizmeta Emniyata Millî ve plana wê hatiye danîn û bicihanîn.''

HDP'ê xwest ku dewleta Tirk bi vê komkujiyê re hevrû bibe, faîlan derxîne holê, zirara can û mal were tespîtkirin, tazmîna madî û manetewî were dayin.

HDP'ê her wiha got, ''Di serî de Rûm û Ermenên ku di Pogromê de jiyana xwe ji dest dane, em welatiyên Xiristiyam û Mûsewî bi hurmet û xemgînî bi bîr tînini, vê hişmendiya tarî careke dî şermezar dikin.''