Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li Serokê DMME'yê kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi wesîleya serdana serokê DMME'yê Robert Spano ya li Tirkiyeyê, bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir, "Em hîn bûn ku Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Birêz Robert Spano bi hin hincetên cuda li Tirkiyeyê serdana dike. Bi vê wesîleyê me ji bo xwe weke wezîfeyekê dît ku di hin mijarên bingehî de agahiyê bidin Birêz Serok û raya giştî."

SÎSTEMA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ

Di daxuyaniyê de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ev agahî hatin parvekirin:

"Mîna ku Birêz Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe yên DMME'yê de bi berfirehî nirxandiye, em jî demeke dirêj in destnîşan dikin ku Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê di Sîstema Siyaset û Hiqûqa Ceza ya Tirkiyeyê de diyarker e. Gelek mijarên bi vî rengî destpêkê li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bi rengekî nehiqûqî tê bi cih anîn, piştre jî qonax bi qonax li Tirkiyeyê belav dibe. Li Girtîgeha Îmraliyê ku bêhiqûqî û kêfiyet esas e, têkildarî gelek pêkanînan ne hiqûqa neteweyî ne jî ya navneteweyî li ber çavan nayên girtin.

PROTO-GÛANTANAMO

Girtîgeha Girava Îmraliyê bi rêbaza Proto-Gûantanomo dûrî ji pîvanên mafên mirovan ên bingehîn û hiqûqê bi statuyeke taybet hatiye avakirin. Darizandina li Girava Îmraliyê ku ji bo Birêz Ocalan weke qada darizandinê hatiye bikaranîn, ji bo di nava 4 mehan de cezayê îdamê bê dayin bi rengekî formalîte hatiye meşandin.

JI ALIYÊ DMME'YÊ VE HATE NIXUMANDIN

DMME'yê li ser vê darizandina formalîte biryar da ku mafê darizandina wekhev hatiye binpêkirin. Lê belê Tirkiyeyê ev biryar bi cih neanî û Birêz Ocalan jinûve mehkeme nekiriye. DMME'yê bi pêşniyara hiquqnasên Tirkiyeyî yên wê demê, bi hukmekî formalîte dosya Dadgeriya Tirk nixumandiye. Di serî de DMME'yê saziyên hiqûqa navneteweyî ev yek jinedîtî ve hatin û nixumandin.

Biryara DMME'yê ya li ser îdamê jî veguheriye cezayê girtina heta bi hetayê ya girankirî ku tê wateya kuştina bi rizandinê. DMME'yê di sala 2014'an de biryar da ku rejîma înfazê ya muebbetê ya girankirî, binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye. Tevî ku di ser vê biryarê re 6 sal jî derbas bûne, hîn ji bo bicihanîna wê di Qanûna Înfaza Ceza de guhertinek nehatiye kirin. Ev helwesta pasîf a DMME'yê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî bicihanîna vê biryarê, zemînek pêşkêş kiriye ku li Tirkiyeyê rejîma înfazê li dijî girtiyên siyasî girantir bibe û nêzîkatiyên cihêkar bên zêdekirin. Di nava şert û mercên pandemiyê de jî mirovên ji ber nêrînên xwe mehkûm bûne hîn girtî ne, lê belê kesên ku li dijî civakê sûcên giran kirine hatine berdan.

MAFÊ DARIZANDINA WEKHEV KU TÊ BINPÊKIRIN Û SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ

Muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan bi binpêkirina mafê wî ye darizandina wekhev di nava rejîma înfazê ya girankirî de tê hiştin ku sîstema êşkenceyê ye. Li gel vê yekê êşkenceya mutleq lê hatiye ferzkirin ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ev yek weke 'cezakirina di nava ceza de' pênase kiriye. Birêz Ocalan piştîs ala 2011an nêzî heyşt salan nekariye parêzerên xwe bibîne û hevdîtina bi parêzeran re tenê sla 2019'an piştî mirina gelek mirovan a di greva birçîbûnê ya bi beşdariya bi hezaran kesî, tenê ji bo çend caran hate kirin. Li dijî şert û mercên tecrîdê yên girankirî yên li Îmraliyê, me parêzeran sala 2011'an serî li DMME'yê dan, lê hîn bi encam nebûye.

DMME'YÊ DIKE BERPIRSYAR

Ev pêkanînên ku bi gelek xusûsên din dikarin bên vegotin, di şexsê Birêz Ocalan de ne tenê li ser kesekî yan jî girtîgehan e, di şexsê Birêz Ocalan de veguheriye sîstemekê ku li dijî nirxên civakî û siyasî tê meşandin ku Birêz Ocalan wan nirxan temsîl dike. Tirkiye mixabin di vê mijarê de li valahiyên di siyaset û hiqûqa navneteweyî de digere ku bidomîne. Ev pêkanînên Tirkiyeyê Sîstema Hiqûqê ya Mafên Mirovan a Ewropayê jî dike berpirsyar ku bi peymanan pê ve girêdayî ye. Îmrali her roj bi bêhiqûqî û kêfiyetê, ji aliyê Hiqûqa Mafên Mirovan a Gerdûnî ve mîna Gûantanamo ku 'çalereş' e, ji bo Sîstema Hiqûqê ya Ewropayê jî veguheriye çalereşekê. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û DMME ji bo kontrolkirin û pêşîgirtina li vê yekê di ecnama têkoşînê de ava bûne.

Lewma em serdana Birêz Serok a ji bo Tirkiyeyê girîng dibînin ku dikare li gel binpêkirinên cuda yên li Tirkiyeyê Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê jî bi helwesteke rexnekirinê bîne ser ziman, helwestê nîşan bide. Em dixwazin bi bîr bixînin ku dûrî ji nêtê, eger helwesteke berevajî vê bê nîşandan wê hîn bêhtir hêzê bide dewleta Tirkiyeyê ku mafên mirovan binpê bike."