Demîr: Cihêkarî li me kirin

Karkera demsalî Rojda Demîr a ku êrîşa nijadperest a li ser malbata xwe qeyd kir, diyar kir ku cihêkarî li wan hate kirin.

Karkerên demsalî yên Kurd ên ku li Sakaryayê êrîşî wan hate kirin, piştî ku vegeriyan navçeya xwe Şemrexa Mêrdînê, qereqola jendirmeyan a Şemrexê ji bo îfadeyê bangî kir. Rojda Demîr a ku vê êrîşa nijadperest bi telefonê qeyd kiribû, ji ANF’ê re axivî.

Demîr diyar kir ku wekî ku Walîtiya Sakaryayê û Wezareta Karê Navxweyî îddîa dike, ev êrîş ne di 22’ê Tebaxê de li Kocaeliyê, di 4’ê Îlonê de hatiye kirin. Demîr diyar kir ku êrîşî 16 kesan hatiye kirin.

‘ÇÊR LI ME KIRIN’

Demîr diyar kir ku xwediyê baxçeyê Findiqan Huseyîn Cebecîoglû heqaret li wan kiriye û got, “Malbata me em 17 roj in li ser wî baxçeyî dixebitîn. Roja me bi 100 lîrayî bû. Di roja 18’an de neviyê Haci Huseyîn Cebecîoglû ji me re got, findiq hene û divê werin komkirin. Dema ku neviyê wî bi me re axivî, ji me re got ‘Kûçik, heywan’ û çêr kir. Me jî diyar kir ku em van çêran qebûl nakin, me satil danî û ji baxçe derketin. Piştî 10 deqîqeyan kurê wan Hesen û Kenan Cebecîoglû hatin gotin ‘Hûn kî ne hûn ji nav baxçeyê me derdikevin. Ma ev der Mêrdîn e, ev der Sakarya ye’ û êrîşî me kir. Dotmama min a 15 salî xwest têkeve navbera wan, li wê jî dan.”

Demîr diyar kir ku ew ji 11 salî ve karkera demsalî ye, 2 sal in diçin Sakaryayê  û got, “Cihêkarî li me kir. Em ê li wan gilî bikin û heta dawiyê em ê li heqê xwe bigerin.”