Baluken: Wezaretê, qebûl kir ku YPG’yî teslîmî çeteyan kirine
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku musteşarên Wezareta Karên Hundir qebûl kir ku 6 YPG'î teslîmî El Nusra kirine.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku musteşarên Wezareta Karên Hundir qebûl kir ku 6 YPG'î teslîmî El Nusra kirine.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku musteşarên Wezareta Karên Hundir qebûl kir ku 6 YPG'î teslîmî El Nusra kirine. Baluken anî ziman ku pevçûnên di demên dawî de mezin dibin jî "encama konsepta şerê AKP'ê" ye û AKP li gorî anketên bên pêşiya wê dê ji konsepta şer derkeve û li gorî wan biryarê bide.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrsî Baluken têkildarî 6 YPG'iyên birîndar ên di serdagirtina Navenda Giştî ya Egîtîm Senê de hatin binçavkirin û pişt re teslîmî çeteyên El Nusra kirin li Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê. Baluken bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku 6 YPG'î di dadgehê de beraet bûn û lê piştî hatin binçavkirin ji birin Şaxa Biyaniyan û piştre dersînor hatin kirin.
Baluken, da zanîn ku şervanên YPG'ê li Deriyê Sînor ê Cilvegozê teslîmî çeteyên El Nusra hatin kirin. Baluken bilêv kir ku ev agahî ji aliyê musteşariya Wezîrên Karên Hundir ve jî hatiye qebûlkirin û ya hatiye kirin bi awayekî vekirî sûcê şer e û divê demildest Serokwezîr Ahmet Davutoglu û hikûmet têkildarî mijarê de daxuyaniyê bide.
Baluken têkildarî pevçûnên pêk tên de jî nirxandin kir û xemgîniya xwe ya li hemberî pevçûnan anî ziman. Baluken destnîşan kir ku pevçûn û mirinên pêk tên di "encama konsepta şer a hikûmeta AKP'ê" de pêk tên û wiha got: "Em gelek caran got divê demildest vegerin asta bêçalaktiyê. Divê PKK vegera asta bêçalakiyê û hikûmet jî demildest operasyonan bi dawî bike. Divê muzakere bikeve dewreyê. Hem Serokkomar Erdogan û hem jî Serokwezîr Davutoglu li gorî daneyên bên pêşiya wan wê ji konsepta şer derkevin. Li benda îstatîstîkên anketan in. Dema disekînin jî gelek can diçin û travmayên mezin tên jiyîn. Divê demildest dest ji vê yekê berdin û ji bo aştiyê kedê bidin."
TIRKIYE WÊ LI LAHEYÊ BÊ DARIZANDIN
Baluken mijar bir rojeva meclîsê û ji bo Davutoglu bersiv bide pirsname da. Baluken derbirî kir ku Tirkiyeyê YPG'iyên birîndar teslîmî aliye çeteyên El Nursa ên weke "rêxistina terorê" Ahrar El-Şam kirin û wiha pêde çû: "Dema mirov berê xwe dide Peymana Cenevre ya Tirkiye jî piştgiriya wê dike ya 1949'an Tirkiye bi destê AKP'ê bi awayekî vekirî sûcê şer kiriye û şertên li Diwana Edelatê ya Laheyê bê darizandin pêk hatine."