Bîlgen: Ruhê 90'î ketiye nava AKP’ê

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî daxuyaniyên wekîlên AKP'ê yên hilbijar û wekîlên HDP'ê hedef digirin de got, "Hurmet nîşandayîna vîna hilbijêran pêwîstiya demokrasiyê ye."

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî daxuyaniyên wekîlên AKP'ê yên hilbijar û wekîlên HDP'ê hedef digirin de got, "Hurmet nîşandayîna vîna hilbijêran pêwîstiya demokrasiyê ye." Bîlgen têkildarî nîqaşên bêçalakiyê de jî wiha got: "Heke dewlet baweriyê bi xwe bîne û gavên demokratîk bavêje tevgera Kurd di têkoşîna çekdarî de israr nake." Bîlgen AKP jî bi gotinên "Ruhê Çîller û Gureş ê salên 90'î ketiye hundirê we" rexne kir.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Bîlgen anî ziman ku li Iraq û Tirkiyeyê gelek kesan jiyana xwe ji dest da û aramî, demokrasî û aştî ya Tirkiyeyê pêşiya hemû rojevan dibînin. Bîlgen helwesta ji bo koalîsyon bê avakirin jî erenî pêşwazî kir.

'EM JI GOTINÊN AKP'Ê BI GUMAN IN'

Bîlgen diyar kir ku hêviyên têkildarî koalîsyon bê avakirin û însiyatîfa pêvajoya çareseriyê bigire erênî dibînin. Bîlgen da zanîn ku gotinên nefretê yên AKP'iyan ên li hemberî HDP'ê wan bi guman dikin. Bîlgen bertek nîşanî daxuyaniyên Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Suleyman Soylu yên "Aliyekî KCK'ê" û "Îstîsmara demokrasiyê" dan û wiha got: "Ev nêrînek demokrasî, azadî û mafan weke lutfekê dibînin e."

'RUHÊ 90'Î KETIYE NAVA AKP'Ê'

Bîlgen got "Ruhê Tansu Çîller û Dogan Gureş ê salên 90'î ketiye nava AKP'ê" û daxuyaniya wekîlê AKP'ê ya der barê HDP'ê de yên "Di xwîna tê rijandin de tiliya kesên deng dan HDP'ê jî heye" de wiha got: "Hurmet nîşanî hilbijêrên hûn ji saltanat kirin, ji desthilatdariyê xistin û ji 400 wekîlan hiştin pêwîstiya demokrasiyê ye."

'KESÊN SIVÎL HEDEF TÊN GIRTIN'

Bîlgen da zanîn ku di bûyerên civakî de polîs welatiyên sivîl hedef digirin. Ayhan bang li hikûmetê kir ku dest ji polîtîkayên şîdetê berde. Bîlgen çewisandina hikûmetê li ser dadgeriyê bi bîr xist û wiha got: "Weki ku tê îdîakirin ger dozger û dadger tevli sûcan bûne, ew dozger û dadger tevlî dozên KCK'ê jî bûne. Wê demê divê doza KCK'ê jî têde hemû doz ji nû ve pêk bên."

'HELEB LI WIR BE ARŞIN LI VÊ DERÊ YE'

Bîlgen der barê doza Erdogan ku têkildarî gotinên Demîrtaş ên "Gladyoya Qesrê" de jî ev bersiv da: "Heleb li wir be Arşin jî li vê derê ye. Ger li Tirkiyeyê Gladyo tine be û ev yek îftira be wê demê divê du tişt xwestin mafê her kesî ye. Yekem divê berpirsiyarê kuştinan û bombeyan werin darizandin."

'DIVÊ JI BO SEROKKOMAR KONTROLA DADGERIYÊ BÊ VEKIRIN'

Bîlgen anî ziman ku ew Serokkomar ji derveyî kontrola dadgeriyê hiştinê rast nabînin û wiha dom kir: "Ev yek hînbûnên darbeyên 12'ê Îlonê ne. Divê sererastkirinek ku çalakî erka wî ji dadgeriyê re bê çêkirin. Dê wê demê jî derkeve holê ku tiştên qirêj pêk tên an na. Dê civaka Tirkiyeyê jî bigihîje rêveberiyek zelal.”

Bîlgen der barê koalîsyonê de jî got ku ji bo wan welat kî bi rê ve bibe ne girînge wê çawa bê birêvebirin girîng e.

Bîlgen bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî da û wiha bi pêde çû: "Ji bo hevdîtin pêk bên serlêdan berdewam dikin. Ji bo hevdîtinan hem pêşiya me û hem jî yê aliyê sêyemîn bê vekirin hewldanên me hene. Divê her kes di mijara aştiyê de hesas tevbigere."

'GER DEWLETEK BERPIRSIYARTIYA XWE BÎNE CIH HEBE WÊ ÇEK BÊN BÊDENGKIRIN'

Bîlgen anî ziman ku HDP di nava aliyan de hêzeke girêdan nîne û wiha bi dawî kir: "Divê heyetek hakem hebe û em li ser vê yekê radiwestin. Bi ti hinceta ewlehiyê demokrasî, demokratîkbûyîn û maf divê neyê hebakirin. Divê ewlehiya aştiyê wekî bingeh bê dîtin. Divê ev yek jî weke tundî ji holê bê rakirin bê dîtin. Di pêvajoya çareseriyê de ji bawerbûna mutabakatên xwe zêdetir divê em bi xwe bawer bin. Ger ev dewlet bi xwe bawer be û ji demokrasiyê natirse, divê berpirsiyartiya ku dikeve ser milê wê bi cih bîne. Em bawer nakin ku Kurdên çekdar di pevçûnê de israr bikin. Ger dewlet berpirsiyartiya xwe bi cih bîne wê çek bêdeng bibin."