7 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin

Polîsan li Îzmîrê êrîşî standa piştevaniya bi Kobanê re kirin û 7 kes kirin binçavan.

Polîsan li Îzmîrê êrîşî standa piştevaniya bi Kobanê re kirin û 7 kes kirin binçavan.

Rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê di ketina Cadeya Kibris Şehîtlerî ya li Alsancakê standa piştevaniya bi Kobanê re vekirin. Polîsên hatin cihê standê bi gotina, “Li cadeyê vekirina standê qedexe ye” êrîş kirin. Piştî êrîşa polîsan di nav de Hevserokê Navçeya Karabaglar a HDP’ê Ûgûr Bozkûrt jî ku heye 7 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa Têkoşîna bi Terorê re (TEM) a Konak.