Partiya Sosyalîst: Divê çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) destnîşan kir, ku Tirkiye di bi navê şerê li dijî DAIŞ'ê de li hemberî Kurdan şer dike û xwest, çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin.

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) destnîşan kir, ku Tirkiye di bi navê şerê li dijî DAIŞ'ê de li hemberî Kurdan şer dike. SP xwest, çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin û wê vê daxwaza xwe di rojên pêş de weke pêşniyarnameyekê pêşkêşî Meclîsa Federal bike.

Şerê hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li dijî Kurdan dane destpêkirin, Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) xist rojeva xwe. Di daxuyaniya SP de hat ragihandin ku Tirkiye di bin navê DAIŞ'ê de şerê rastî li dijî Kurdan dimeşîne û destnîşan kir ku Serokkomar Erdogan ji ber daxwaz û hêrsa xwe ya şexsî, pêvajoya aştiyê ya demeke dirêj dimeşiya, tine kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye çekên di destê xwe de li dijî Kurdan bi kar tîne û bang li Swîsreyê hat kirin ku tavilê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bisekinîne.

ERDOGAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE YÊN ŞEXSÎ DAWÎ LI PÊVAJOYA AŞTIYÊ ANÎ

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dawî li pêvajoya aştiyê aniye û hat gotin, "Hikûmeta Tirk bi bombekirina herêmên Başûrê Kurdistanê û bi helwesta xwe ya li dijî Rojava re, aştî û demokrasî xist nava rîskên mezin. Pêwîste hikûmeta Swîsreyê ji bo pêvajoya aştiyê êdî yekser bi Tirkiyeyê re hevdîtinê bike û dawî li firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bîne."

ERDOGAN BI DERXISTINA ŞER RE DIXWAZE HILBILJARTINA PÊŞWEXT PÊK BÎNE

SP diyar kir ku Erdogan ji ber têkçûna AKP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li hemberî HDP'ê, dixwaze şer derxîne û bi vî rengî welêt bixe nava hilbijartineke pêşwext û got, "Tevî hemû hewldanên HDP û alîgirên aştî û demokrasiyê, Erdogan dixwaze dewleta xwe ava bike. Piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî xwendekarên SGDF'yî, êrdogan bi lezgînî rewşa awarte (OHAL) îlan kir û pêvajoya aştiyê ya di navbera dewleta Tirk û Kurdan de qedand. Dema ev kir jî nîşanî hêzên navneteweyî da ku qaşo li hemberî DAIŞ'ê têdikoşe. Her wiha bi awayekî vekirî aşkera kir dawî li pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re aniye."

TIRKIYE KRÎZA LI ROJHILATA NAVÎN KÛRTIR DIKE

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî pêvajoya aştiyê jî Tirkiyeyê êrîşên hewayî li hemberî Qendîlê kiriye û hat destnîşankirin ku Tirkiye bi planên xwe yên li hemberî Rojava re dixwaze krîza li Rojhilata Navîn kûrtir bike. SP bal kişand ser armanca polîtîkaya tê meşandin û got, "Armanca vê stratejiyê vekirî ye. Erdogan careke din hilbijartinê dixwaze. Dixwaze HDP'ê bigire yan jî hin parlamenteran ceza bike. Gelek wekîlên HDP'yî bi gefa girtinê re rû bi rû ne."

DIVÊ DAXWAZA GIRSEYA HDP'YÎ YA LI SWÎSREYÊ DIJÎ LI BER ÇAVAN WERE GIRTIN

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Swîsreyê zêdeyî 60 hezar koçberên polîtîk ên Kurd ên Tirkieyî hene û hat diyarkirin ku şerê li Tirkiyeyê van mirovan aciz dike. SP'ê ragihand ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li Swîsreyê HDP bû pariya yekemîn û da zanîn ku divê daxwaza aştiyê ya vê girseya li Swîsreyê dijî li ber çavan were girtin û bi Tirkiyeyê re li ser vê bingehê hevdîtin were kirin.

SP da xuyakirin ku girîng e Swîsre zextê li Tirkiyeyê bike ji bo pêvajoya aştiyê bimeşîne û destnîşan kir ku Tirkiye di bin navê şerê li dijî DAIŞ'ê de şerê rastî li hemberî Kurdan dimeşîne, lewma pêwîste Swîsre êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê.

Di daxuyaniyê de serenavên divê Meclîsa Federal a Swîsreyê li ser rawest e bi vî rengî hatin destnîşankirin:

"Divê pêvajoya çareserî û aştiyê mayînde bibe.

Ji bo dawîanîna li êrîşên li dijî Kurdan, bikeve nava hewldanan.

Eger pêvajoya çareseriyê dewam neke, firotina çekan ji bo Tirkiyeyê di cih de bê sekinandin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêwîste hikûmeta Swîsre li hemberî Tirkiyeyê helwestê nîşan bide.

Li aliyê din Parlamenterê Kantona Baselê yê SP û namzetê parlamenteriya Federal Mûstafa Atici ji ANF'ê re ragihand ku ev daxuyaniya hatiye dayîn wê di rojên pêş de weke pêşniyarnameyekê pêşkêşî Meclîsa Federal a Swîsreyê were kirin.

...