HDP'ê giliyê îşkenceya li Geverê kir

HDP'ê îşkenceya li karkerên Kurd ên li Geverê hat kirin, bir ber destê dadgeriyê. Di gilînameyê de bal hat kişandin ser serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de û hat destnîşankirin ku dewlet dixwaze tolê ji gelê Kurd hilîne.

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê, îşkence, gef û heqareta polîsên tevgera taybet li gelê Geverê, ku dîmenên wê di çapemeniyê de hatin weşandin, bi ber destê dadgeriyê û gilî kir.

Di gilînameyê de bal hat kişandin ser heqaret û gefa di binê çavan de li 52 karkerên şantiyeyeke taybet a li bakurê Balafirgeha Selahattîn Eyyûbî roja 5'ê Tebaxê hatin binçavkirin hatin xwarin.

Di gilînameyê de hat ragihandin ku piştî serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dest xist, serî li operasyonên qirkirina siyasî hat dayîn û hat destnîşankirin ku muwekîlên wan vê îşkenceya di binê çavan de li wan hatiye kirin, bi rêjeya ji sedî 94 ê dengên li Geverê ji HDP'ê re hatiye dayîn, dibînin.

'MÎNA KU TOLÊ JI GELÊ KURD HILÎNIN...'

HDP'ê di gilînameyê de diyar kir ku ji vî sûcê îşkenceya di binê çavan de hemû personelên dewletê yên çekdar ên li cihê bûyerê wezîfedar berpirsyar in û got, "Wezîfedarên çekdar ên dewletê yên welatî girtin binçavan, qîma xwe bi binçavkirinê neanîn, hemû welatiyên binçavkirî bi dev li erdê dirêj kirin, destê wan ji pişt ve kelepçe kirin û nêzîkatiyên ku heqaretê li rûmeta mirovahiyê dikin, nîşan dan. Heta ku berpirsyar û amîrên payebilind ên van berpirsyaran neyên cezakirin, ne pêkane ku pêşî li sûcên bi vî rengî yên îşkenceyê were girtin." 

Di gilînameyê de hat ragihandin ku mîna tol ji gelê Kurd bê hilanîn di şexsê mirovên hatine binçavkirin de gelê Kurd hedef hatiye girtin û bi gotina 'Dewleta Tirk çi bi we kir, hûnê hêza dewletê bibînin' re di şexs3e gelê Kurd de hemû gel biçûk hatine xistin."