ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tecrîd li Hîldesheîmê hat protestokirin
Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Hîldesheîmê hat protestokirin. -
Li Amsterdamê çalakiya 3 rojan
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, ji bo şermezarkirina êrîşên balafirên şer ên Tirk li hemberî qadên gerîla, komkujiya Zergelê û komkujiya Pirsûsê, ji bo sê rojan rêze çalakî tên lidarxistin. -
Yuksekdag: Bi fezlekeyê re nikarin çavê min bitirsînin
Hevseroka HDP'ê Yuksekdag ji bo hêzên der heqê wê de ji ber parastina şoreşa Rojava fezleke amade kirine got, "Ev 23 sal in ji xeleka ji agir derbas dibim û siyasetê dikim. Berî sê mehan mafê destlênedanê tinebû, lê min dîsa jî siyaset dimeşand." -
Obama ji Tirkan re got: Şerê li dijî DAIŞ'ê ji bo bombekirina Kurdan bi kar nînin
Tê gotin ku hewldanên Tirkiyeyê yên bi qebûlkirina daxwazên DYA yê di şerê li dijî DAIŞ'ê de dixwaze şerê xwe yê li hemberî Kurdan rewa nîşan bide, di asta herî bilind de nayê qebûlkirin. -
Koç: Ji bo meşa 8'ê Tebaxê ya li Kolnê em li benda tevlîbûnê ne
Di 8'ê Tebaxê de wê li bajarê Elmanya Kolnê bi dirûşmeya 'Em rê nadin AKP û faşîzma DAIŞ'ê', 'ji şer re na' meş û mîtîngeke girseyî were lidarxistin. -
Li dijî qereqola Bebleşîn êrîş
Li hemberî Qereqola Jendermeyan a Bebleşîn a li navçeya Wan Elbakê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin. -
HDP’ê têkildarî ‘Înfazên bê daraz’ serî li NY da - HAT NÛKIRIN
HDP’ê têkildarî înfazên bê daraz û komkujiyan serî li NY da. Di metna serlêdanê de, hat diyarkirin ku mimkun e komkujiyên sivîl zêde bibin, hat xwestin ku berpirsyar û fail derkevin holê û bên darizandin. -
Meclîsê bersiv da serlêdana HDP'ê ya ji bo rakirina destlênedanê
Meclîsê bersiv da serlêdana HDP'ê ya ji bo rakirina destlênedana parlamenterên xwe. Serokatiya Meclîsê di bersivê de got, "Karekî li Serokatiya me bê kirin nîne, komîsyona pêwendîdar hînê ava nebûye." -
Salih Muslim bi lîderê Fîlîstînê re hevdîtin kir
Heyeta Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk a Sûriyeyê, ku Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî di nav de bû, bi Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas re hevdîtinek kir. -
Karker wê li dijî şer hêza xwe ya hilberînê bi kar bînin
Hikûmeta AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê dawî li rewşa agirbestê ya 3 salan anî, rastî nerazîbûnên tund ên raya giştî tê. -
Heyeta HDP'ê bi Dervîşoglû re hevdîtin kir
Ji endamên Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Balûken, di êvara 4'ê Tebaxê de bi Musteşarê Sîstema Cemaweriyê Mûhammet Dervîşoglû re hevdîtin kirin. -
Akademîsyenan ji bo agirbesta zexmkirî bang kirin
Akademîsyenan xwestin şer bê sekinandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û bang agirbesta zexmkirî kirin. -
AKP di şer de israr dike: Bi dehan kesên din hatin binçavkirin
Hikûmeta AKP'ê konsepta xwe ya şer dewam dike. Di operasyonên qirkirina siyasî yên li gelek bajar û navçeyan de bi dehan kesên din hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di van operasyonan de polîsan îşkence jî li welatiyan kirine. -
Komkujiya Şengalê li Freîbûrgê hat şermezarkirin
Komkujiya Şengalê li bajarê Elmanya Freîbûrgê hat şermezarkirin. -
Ji Balûken hişyariya 'AKP wê şer giran bike'
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken destnîşan kir, ku ragihandina "herêmên ewle' nîşan dide ku AKP amadekariyan dike ji bo serî li operasyonên tinekirina girseyî bide. -
Cemîl hez dikir ji bo mirovên din bijî
Hevsera 33 salan a şehîdê Pirsûsê Cemîl Yildiz Sûltan Yildiz: Cemîl hez dikir ji bo mirovên din bijî. Dema bi siyasetê re mijûl dibû ji bo zarokên xwe jî bavekî hêja bû. 33 salan qet min ne êşand. Me gelekî ji hev hez dikir. -
Hêzên kontra li taxa Hezare ya Qelqeliyê gefê li gel dixwin
Hat îdîakirin ku hêzên kontra yên li taxa Hezare ya navçeya Wan Qelqeliyê digerin, keyayê gund Adîl Kaplan revandine û 24 hezar TL pere xwestine. -
MST û KHRAG komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin
Tevgera gundiyê bê erd û KHRAG, komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin. -
Rêya Dêrsim-Erzînganê dîsa hat girtin
Li dû teqîna li ser rêya Dêrsim-Erzînganê, rêya bejahî careke din li çûnûhatinê hat girtin. -
Der barê Yuksekdag de fezleke hat amadekirin
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de, ji ber gotinên xwe yên "Em pişta xwe dispêrin YPJ, YPG û PYD'ê" fezleke amade kir. -
HDP 'ji bo bûyerên xetere neqewimin' bang li dadgeriyê kir
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, hedefnîşandana hilbijêrên wan şermezar kir û diyar kir ku MHP bi derdorên tarî re hevdkariyê dike. Balûken ji dadgeriyê xwest, tavilê bikeve nava tevgerê. -
Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dike
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Yamaç, eger bersiva neyînî ji serlêdana wî ya ji bo veguhastinê bê dayîn, ew ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bike. -
Ev kampanya li erdê namîne
SGDF'yî yên li Pirsûsê rastî êrîşa komkujiyê ya çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê ku ji AKP'ê destekê dibînin hatin, bi piştgiriya hev birînên xwe dipêçin. Ciwanên SGDF'yî her roj hevalên xwe yên birîndar ziyaret dikin û malbatên şehîdan bi tenê nahêlin. -
Bi balafirên sivîl leşker tên Geverê
Li balafirgeha Selahattîn Eyyûbî ya li Geverê, îro danê sibehê bi balafirên sivîl leşker peya bûn. Heta niha 6 balafir daketine balafirgehê. -
Komkujiya Şengalê li Hambûrg û Nurnberê hat şermezarkirin
Komkujiyên Şengal û Zergelê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ve hatin kirin, li bajarê Elmanya Hambûrg û Nurnbergê hatin şermezarkirin.