Li hemberî polîsên li ber Konsolosxaneya DYA êrîşa çekdarî
Li hemberî polîsên li ber Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Stenbolê êrîşeke çekdarî pêk hat.
Li hemberî polîsên li ber Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Stenbolê êrîşeke çekdarî pêk hat.
Li semta Îstînye ya navçeya Stenbol Sariyerê, li hemberî polîsên li ber Konsolosxaneya DYA nobed digirtin, saet di 07:00 de êrîşeke çekdarî rû da. Piştî êrîşê di navbera polîsan û kesên tê gotin çalakgerin şer derket.
Hat ragihandin ku tevî ekîbên lêkolîn û tinekirina bombeyan, gelek ambûlans ji bo herêmê hatine veguhastin.
Li aliyê din Serkonsolosxaneya DYA ya Stenbolê da xuyakirin ku heta daxuyaniyeke din, wê konsolosxane girtî be.