Li Uskudarê nîşan li ser malên Elewiyan hatin danîn!

Li Uskudarê, bi rengê sor nîşan li malên Elewiyan hat danîn.

Malên Elewiyan ên li taxa Çamlica Kîrazli ya navçeya Stenbol Uskudarê bi rengê sor hat işaretkirin.

Jineke Elewî ya bi navê Serpîl Kartal, danê sibehê dema ji bo biçe kar ji malê derket, li ser deriyê xaniyê işaret dît. Kartal got, "Ev êrîşeke şexsî nîne. Ev êrîş bi tenê li hemberî malên Elewiyan hat kirin."

Hevserê Kartal endamê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Alî Kartal jî da xuyakirin ku işaretkirina 4 malên malbatên Elewî êrîşeke şexsî nîne, êrîş û gefek li hemberî civata Elewî ye.

Hat ragihandin ku paketeke nepenî li pêşiya heman malê hatiye danîn.