Li Hopayê êrîşa faşîst; alozî didome
Li navçeya Hopa ya Artvînê faşîstan duh êvarî êrîşî ciwanekî HDP’yî îro jî êrîşî ciwanekî endamê Halkevî kirin. Piştî êrîşan aloziya rû da didome.
Li navçeya Hopa ya Artvînê faşîstan duh êvarî êrîşî ciwanekî HDP’yî îro jî êrîşî ciwanekî endamê Halkevî kirin. Piştî êrîşan aloziya rû da didome.
Li navçeya Hopa ya Artvînê faşîstan duh bi şev êrîşî ciwanekî HDP’yî îro jî êrîşî ciwanekî endamê Halkevî kirin. Piştî êrîşan aloziya rû da didome.
Li Hopayê duh bi êvarî piştî ku faşîstan êrîşî ciwanekî HDP’yî yê li cafeyekê rûdinişt kirin alozî rûda. Faşîstan îro jî êrîşî ciwanekî endamê Halkevî kirin.
Welatiyên navçeyê ku nerazîbûn nîşanî êrîşan dan, Hopayiyên şoreşger-demokrat ên li qadê kom bûn û faşîst hat rû hev. Alozî piştî demekê veguherê pevçûna kolanan. Şoreşger ketin kolana êrîş lê pêk hat û faşîst paşde xistin. Li navçeyê ku alozî didome polîs û jendermeyan koma faşîst kirin bin kontrolê.
Polîsan ti mudaxele li koma êrîşkar nekir, lê bi gaza îsotan êrîşî şoreşger û demokratan kirin. Li ser vê ku nerazîbûn zêde bûn, hat diyarkirin ku di dema êrîşê de kesên birîndar bûne hene.
Kolanên navçeyê ku veguherîne qadên pevçûnê Hopayiyên şoreşger-demokrat bi dirûşmên, "Wê Hopa ji faşîzmê re bibe gor, "Kuçikên Turkeş nikarin me bêzar bikin" rawestîna xwe didomînin.