Bayik ji BBC re axivî
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke bi saziya weşanê ya Îngilîz BBC re diyar kir ku Tirkiye hewl dide DAIŞ'ê biparêze.

Bayik da xuyakirin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dixwaze pêşî li destketiyên Kurdan bigire û destnîşan kir ku Kurdan li Sûriye û Iraqê serketinên girîng bi dest xistine.
Bayik got, "Tirkiye dibêje li dijî DAIŞ'ê şer dike, lê di rastiyê de ew li hemberî PKK'ê şer dike. Ji bo pêşî li têkoşîna PKK'ê ya li hemberî DAIŞ'ê bigire, vê dike. Tirkiye DAIŞ'ê diparêze."
Bayik da zanîn ku li pişt komkujiyên DAIŞ'ê kiriye Erdogan heye û got, "Armanca wî pêşîgirtina li pêdeçûna Kurdan e."
Bayik ragihand ku yekane rêya çareseriya pirsgirêka Kurd muzakere ye û diyar kir ku eger operasyonên leşkerî bisekinin wê şer jî bisekine.
Bayik got, "Divê operasyon werin sekinandin, muzakere bên destpêkirin" û ji bo pêkhatina agirbestê xwest çavdêrên navneteweyî bikevin dewrê.
Bayik di dewama axaftina xwe de gt, "Pêwîste Tirkiye ji bo agirbestekê çavdêrên navneteweyî qebûl bike" û ev xal destnîşan kir:
"Divê civaka navneteweyî jî vê yekê ji Tirkiyeyê re bêje: Hûn nikarin bi şer re vê pirsgirêkê çareser bikin."