Êrîşên dewleta Tirk li Lawkê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li nahiya girêdayî bajarê Saratov navçeya Yarşov Lawkê bi bi daxuyaniyekê êrîş û terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd şermezar kirin.
Kurdistaniyên li nahiya girêdayî bajarê Saratov navçeya Yarşov Lawkê bi bi daxuyaniyekê êrîş û terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Federasyona Rûsya bajarê Saratov nahiya girêdayî navçeya Yarşovê Lawkê dijîn, ji bo êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de berpirsê komîteya gel Îsa Osmanov axivî û diyar kir ku ku dewleta Tirk êdî nikare bi darê zorê gelê Kurd ji azadiyê dûr bixe. Osmanov got: "Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ve êrîşî Herêmên Parastinê yên gel dike. Di ancama hin êrîşên balafirên şer ên Tirk de welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Êdî gelê Kurd ji rêya azadiya bi ti awayî dûr nakeve. Hêzên ku dixwazin gelê Kurd ji rêya azadiyê dûr bixin wê rastî berxwedan û tekoşîna gelê Kurd werin. Dewleta Tirk her tim bi darê zorê dixwaze gelê Kurd bitirsîne lê êdî gelê Kurd gihîştiye zanabûna tekoşîna azadiyê û bi darê zorê kes nikare çavê gel bitirsîne. Em wek gelê Kurd ên ku li nahiya Lawkê dijîn, hemû êrîşên dewleta Tirk bi taybet jî êrîşa li hemberî gundê Zergelê bi tundî şermezar û lanet dikin."