HDP’ê der barê Şenturk ê di tevna civakî de nıjadperestî kir gilî kir

HDP’ê der barê Ahmet Atîlla Şenturk ê bi sifetê profesoriyê dixebite gilî kir. Şenturk di tevna civakî de bi gotinên, “Di berdêla her şehîdekî de divê li parlamenterek HDP’ê bixin” ku nîjadperestî kir û hewl dide dijmintiyê bike.

Mamosteyê Fakulteya Fen-Edebiyat a Zanîngeha Arel Ahmet Atîlla Şenturk, di tevna civakî de ku nîjadperestî kir û bi awayekî aşkera banga kuştina parlamenterên HDP’ê kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê der heqê Şenturk de gilî kir.

HDP’ê xwest Şenturk bi sûcdariya “Gef, gel tehrîkî kîn û dijmintiyê kiriye yan jî biçûk xistiye û heqaret kiriye” bê darizandin. HDP’ê bi bîr xist ku Şenturk duh di facebook a li ser hesabê xwe gotiye, “Ev kar wiha nabe. Di berdêla her şehîdekî me de divê parlamenterek HDP’ê bixin.”

HDP’ê her wiha bal kişand ser sifetê profesoriyê yê Şentuk û diyar kir ku ev rewş sûc hê girantir dike.