Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Êlihê Hasan Yagiz, di serdegirtina malê de ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin. Yagiz li binê çavan rastî îşkenceyê hat û ji ber vê yekê li bedena wî birîn der bûn.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina leşkerî-siyasî de êrîşên AKP'ê yên li hemberî sivîlan dewam dikin. Namzetê HDP'ê yê Parlamenteriyê yê Êlihê Hasan Yagiz ê ji bo mêvandariyê ji Amedê hat Êlihê, piştî şopandina fîzîkî û teknîkî, ji aliyê ekîbên polîsan ên tîmên taybet ve, di serdegirtina bi maşînên zirxî ya li mala li Taxa Seyîtlerê de hat binçavkirin.
Polîsan deriyê xaniyê mala Yagiz lê bû şikandin û şîdet li ferdên malbatê kirin. Polîsan bi ser rû Yagiz li erdê dirêj kirin û bi pîhan lê dan. Hat ragihandin ku parsûyê aliyê rastê, çav û pişta Yagiz ji ber lêdanê zerar dîtine.
'POLÎSAN GEF XWARIN: HÛN GILÎ NEKIN WÊ BAŞTIR BE!
Yagiz anî ziman ku piştî van hewldanên çavtirsandin û zexta psîkolojîk wî gilî kiriye û got, "Li emniyetê polîsan careke din rola yê baş lîstine û jê re gotine 'tu giliyê me neke wê baş be'. Lê belê min ji wan re got, 'weke HDP em ê tevî vê helwesta we ya di şer de israr dike, ji rêya xwe ya aştiyê venegerin. Hûnê nikaribin van gelên aştîxwaz bi vî rengî ji rêya aştiyê vegerînin."