CHP’ê 'hikûmeta reformê' xwest
Desteya Rêveber a Navendî ya CHP’ê bi rojeva koalîsyonê civiya. CHP’ê 5 xalên serenavên pirsgirêkan aşkera kir û hikûmeta reformê xwest.

Piştî hevdîtina koalîsyonê ya duh di navbera Serokê Giştî yê AKP’ê Ahmet Davûtoglû û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû de destpê kir, Desteya Rêveber a Navendî ya CHP’ê îro civîna xwe pêk anî.
Piştî civînê Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û Berdevkê Partiyê Halûk Koç daxuyanî da. Koç got: "Desteya Rêveber a Navendî ya CHP’ê, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên kûr û bi şewat ên Tirkiyeyê ku berjewendiyên bilind ên welêt li ber çavan digire, îradeya xwe ya ji bo hikûmeteke koalîsyonê ya herî kêm 4 salan, xwedî aso, reformê esas bigire, xwedî profîla bilind û bingeh fireh careke din nîşan daye. Li ser vî esasî rayeya tam daye Birêz Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglû."
SERENAVÊN 5 PIRSGIRÊKAN
Koç, 5 serenavên pirsgirêkên bingehîn û pêşniyarên xwe jî vegot.
Ev serenav ji Polîtîkaya Derve, Aborî, Destûra Bingehîn a Nû, Perwerde û Aştiya Civakî pêk tên.