HDP’ê înfazên li Silopiyayê anî Meclîsê
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, ji bo komkujiya li Silopiyê bê ronîkirin û berpirsyar derkevin holê pêşnûme pirs û pêşnûme lêkolîn pêşkêşî Meclîsê kirin.
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, ji bo komkujiya li Silopiyê bê ronîkirin û berpirsyar derkevin holê pêşnûme pirs û pêşnûme lêkolîn pêşkêşî Meclîsê kirin.
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, ji bo komkujiya li Silopiyê bê ronîkirin û berpirsyar derkevin holê pêşnûme pirs û pêşnûme lêkolîn pêşkêşî Meclîsê kirin.
Têkildarî bûyerên sibeha 7’ê Tebaxê li navçeya Silopiya ya Şirnexê di encama gulebarana polîsan de ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes birîndar bûn, bi îmzeyên parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Aycan Îrmez, Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu hat xwestin ku Lêkolîna Meclîsê bê vekirin.
Parlamenteran gotin, “Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û desthilatdariya siyasî ku konsepta şer kir dewrê û hewl didin bi vî awayî desthilatdariya heyî tehkîm bikin, ji bo pêşî li vê polîtîkaya bi tehlûke bê girtin, girêdayî vê siyaseta qirêj ji bo kesên li Silopiyayê ketine nav hewldana komkujiyê derkevin holê, bûyer bên ronîkirin û zerara welatiyan were tespîtkirin û tezmînkirin divê lêkolîna Meclîsê bê vekirin.”
JI BO HIKÛMETÊ PIRS
Parlamenteran têkildarî mijarê ji bo Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk bersiv bide ev pirs kirin:
"Li Şirnexê û navçeyên wê ji bo pêşî li mirinên bûne wek polîtîkayeke kuştinê ya bi pergal hûn difikirin li hemberî hêzên dewletê yên bi zirxa “bêcezatiyê” tên parastin lêpirsînekê vekin?
Li Silopiyayê ku çekên rastî tên bikaranîn bi armanca, “nîzama gelemperiyê” tê kirin? Gulebaran bi fermana wezareta we ye?
Hamdîn Olaş, Mehmet Hidir Tanboga û Kamûran Bîlgîn ên di serdegirtina polîsan de jiyana xwe ji dest dan, rast e ku ji aliyê sekvanan ve hatine qetilkirin? Li gor agahiyên şahidên bûyerê Hamdîn Olaş û Mehmet Hidir Tanboga dema bi awayekî birîndar anîn nexweşxaneyê, li nêzî nexweşxaneyê hatine înfazkirin. Der barê vê bûyerê de ti hêzên dewletê yên têkildarî vê bûyerê hatine binçavkirin, der barê wan de lêpirsîneke îdarî yan jî edlî hatiye vekirin?
Eger nehatibe vekirin ji bo vekirina lêpirsînekê wê hewldaneke we çêbibe? Wezîfeya polîsên li Silopiyayê 3 kes qetil kirin û rayedarên ev ferman dane de hatiye sekinandin?
Dîmenên kesên li kolan û cadeyan bi rih, biçek digerin di tevna civakî de hene ku bi şibandina weke DAIŞ’ê tên şîrovekirin û bûne sedema fikaran hene. Ev kes kî ne û wezîfeya wan çi ye?
Hatiye tespîtkirin ku beşek ji guleyên polîsan bi kar anîne ne MKE ne. Di envantera polîsan de çek û guleyên ne MKE hene? Her sê kesên li Silopiya hatin qetilkirin bi çi cure gule û çekan hatine kutin? Guleyên ji bedena wan derketine yên MKE ne?