Li Brîngtohê li dijî êrîşên AKP'ê bang li YE, NY û DYA hat kirin
Li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin.
Li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin.
Di çalakiya Navenda Civaka Kurd a Sussexê ya li Churchîll Square de, êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, komkujiya li Zergelê û operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Komkujiyên li Kurdistanê bisekinînin", "Dewleta Tirk û DAIŞ li Kurdistanê komkujiyan dikin", "Dawî li hevkariya AKP-DAIŞ'ê bînin", "Êrîşa li dijî Kurdan destekkirina DAIŞ'ê ye" hatin hilgirtin.
'BILA BANGA SEKINANDINA ÊRÎŞAN LI AKP'Ê WERE KIRIN'
Kurdistanî û dostên wan di çalakiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) kirin, ku ji bo sekinandina komkujiya li hemberî gelê Kurd bang li AKP'ê bikin.