Sancar: Çima Çîtîl ê qetil kir, îşkence û tecawiz kir hat terfîkirin?

Parlamenterê HDP’ê Sancar, terfîkirina Çîtîl ê qetlîamker anî Meclîsê. Sancar eleqeya terfîkirinê ya bi polîtîkaya şer re pirs kir.

Parlamenterê HDP’ê Sancar, terfîkirina Çîtîl ê qetlîamker anî Meclîsê. Sancar eleqeya terfîkirinê ya bi polîtîkaya şer re pirs kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Merdînê Mîthat Sancar, der barê Mûsa Çîtîl ê bi nasnameya xwe ya qetlîamker tê naskirin ji bo Fermandariya Herêmê ya Jendermeyan a Amedê hatiye wezîfedarkirin, ji bo Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk bersiv bide pêşnûmepirsek pêşkêş kir.

'BI POLÎTÎKAYA ŞER VE GIRÊDAYÎ YE?'

Sancar ê HDP'yî xwest Wezîr Ozturk bersiva van pirsan bide:

"Mûsa Çîtîl çima hatiye terfîkirin? Piştî Mûsa Çîtîl hat terfîkirin bi çi sedeman ji Fermandariya Herêmê ya Jendermeyan a Amedê hatiye wezîfedarkirin? Îşkence, tecawiza li hember jinan pêk aniye, sîvîl û kesên bê çek ên qetil kirine ku li holê ne û ji ber van sedeman bi biryara DMME hatiye diyarkirin di dozên ji ber van mijaran hatine vekirin pêvajoyeke darazê ya bi bandor nehatiye kirin sabît e, Mûsa Çîtîl çawa wezîfeya xwe didomîne, heta tê terfîkirin? Hûn wer difkirin ku merciyên ev kes terfî kirine di nav kiryarên wî kesî de cih digirin?

Ti eleqeya vê tayînê bi polîtîkaya şer a nû re heye?

Tayîna Mûsa Çîtîl ji bo Fermandariya Herêmê ya Jendermeyan a Amedê ku bajarên Amed, Mêrdîn û Riha digire nav wê bandoreke çawa li ser mirovên vê herêmê bike ku hê jî birînên kiryarên reş ên dewletê li wan deveran vekirine teze ne?

Çend endamên jendermeyan ên der barê wan de ji ber sûcên kuştina mirovan, pêkanînên xerab, tecawiz û hwd. hene? Wezareta Karên Hundir der heqê van kesan de pêkanîneke hiqûqî û îdarî kiriye?”