'Şewata hûn temaşe dikin bêdeng dimînin şewata aştiyê ye’

Di çarçoveya Fete Humanite de rojnameya Humanite bi serenava Pirsgirêka Kurd û rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê panelek li dar xist.

Di çarçoveya Fete Humanite de rojnameya Humanite bi serenava Pirsgirêka Kurd û rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê panelek li dar xist. Di panela saet 17.00'an destpê kir û bi sedan kes beşdar bûn, li dika Agora pêk hat. Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Farûk Dorû, Seroka Komeleya Piştevaniya Kurdistanê  Sylvie Jan, ji rêveberiya Partiya Komûnîst a Fransa Danîelle Le Bail û rojnamevanê Fransî Pierre Barbenson ê di pêvajoya şer de li Kobanê bû tevlî panelê bûn.

Nûnerê HDP’ê Farûk Dorû yê di panelê de destpêkê axivî, dema bi kurtasî behsa pêşveçûnên li siyasî yên li Tirkiyeyê kir, bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê rû didin. Dorû diyar kir ku bêdengiya Ewropa ya têkildarî mijarê nayê fêmkirin.

Piştî Dorû Pîerre Barbenso mafê axaftinê wergirt. Barbenson got: "PKK’ya ku hêza yekane ya li hember DAIŞ'ê şer dike di lîsteya terorê de ye. Dibêjin YPJ û YPG dûvika wê ye. HDP’ya ku yekane partiya li Tirkiyeyê aştî û demokrasiyê ava dike dişewitînin. Dema ev tên kirin Fransa bêdeng e. Ewropa temaşe dike. Dibêjin çima PKK polîsan dikuje. Gelek bi rojane di bin êrîşê de ye. Tiştek ji xweparastina gelekî xwezayîtir nîne. Kesên pirsa çima li polîsan didin dipirsin, bila li windahiyên rojane yên Kurdan binêrin. Şewata hûn temaşe dikin, şewata aştiyê ye.”

Pierre Barbanson got ku pêwîst e tavilê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan û PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.