Berxwedana Cizîrê li Viyana û Lînzê hat silavkirin

Li bajarên Awûstûrya Viyana û Lînzê, bi çalakiyan berxwedana Cizîra Botan hat silavkirin.

Li bajarên Awûstûrya Viyana û Lînzê, bi çalakiyan berxwedana Cizîra Botan hat silavkirin.

VIYANA

Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê û destekkirina gelê Cizîrê yê zêdeyî hefteyeke di bin dorpêçiye de, bi beşdariya bi hezaran kesan meşeke mezin lidar xistin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, li ber avahiya Opera ya herêma yekemîn a Viyanayê civiyan û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê, êrîşên li dijî HDP'ê û destekkirina gelê Cizîrê yê zêdeyî hefteyeke di bin dorpêçiyê de ye, meşek lidarx istin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan" û "Bijî Berxwedana Cizîrê" ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiya.

Li dû meşê, li qadeke nêzî konsolosxaneyê mîtîngek hat lidarxistin. Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Awûstûryayê Şenol Akkiliç li vir peyivî û destnîşan kir ku bûyerên di rojên dawî de li Tirkiyeyê diqewimin, bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Di daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê de jî, banga beşdariyeke xurt li çalakiyên her roj bên lidarxistin hat kirin. Her wiha ji bo çalakiya îro ya bi pêşengiya jinên Kurd li Stephansplatzê, banga beşdariyê hat kirin.

LÎNZ

Li Lînzê jî Kurdistanî, rêxistinên çep û sosyalîst hatin cem hev. Di axaftina li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Awûstûrya Jorîn de hat ragihandin ku komkujî û hovîtiya ev 10 roj in dewleta Tirk li Cizîrê dike hatin vegotin.

Ji Ciwanên Sosyalîst ên Awûstûryayê Rafael Schoberl û Thomas Rammerstorfer jî li mîtîngê axivîn. Mîtîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...