HPG: Li Amedê kesê sivîl ji ber gulebarana polîsan jiyana xwe ji dest da

HPG’ê diyar kir ku di çalakiya duh a li lokantayeke Amedê li hember polîsan pêk hat, kesê sivîl ji ber gulebarana polîsan jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Parastina Gel, çalakiyên 10-11’ê Îlonê li Bakurê Kurdistanê li gelek navendan li hember yekîneyên artêşa Tirk û hêzên kontra pêk hatin aşkera kir.

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê de, HPG’ê çalakiya duh a li lokanteyeke li Amedê li hember 4 polîsan pêk hat girt ser xwe. Hat ragihandin ku piştî çalakiya li semta Yenîşehîr ku polîsek mir û 2 polîs birîndar bûn, polîsên di lokantayê de rasterast derdor gulebaran kirine û di encama vê gulebaranê de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên çalakî pêk anîne vegeriyan bargehên xwe.

HPG’ê her wiha diyar kir ku 11’ê Îlonê li bejahiya gundê Xizretî yê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê li hemberî yekîneyên leşkerî yên veşartî çalakiyek pêk hatiye û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Saet 19.00’an jî gerîlayan komeke  kontra ya saet 19.00’an ketin heman gundî kirin hedef û 4 kontra hatin kuştin. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê li herêmê operasyon dewam dikin.

HPG’ê der barê çalakî û operasyonên din jî ev agahî dan:

11’ê Îlonê saet 21.00’an li hember îstasyonek bazê ya Turkcell, Vodafone û Avea ya li gundê Kaportê yê navbera navçeyê Şemzînan-Geverê ya Colemergê hêzên gerîlayên me çalakiyek pêk anîn û ev îstasyona bazê îmha kirin. Her wiha di heman saetê de hêzên gerîla baz îstasyoneke din a li navbera gundên Şatak û Merdîvanî yên Geverê jî bi çalakiya sabotajê îmha kirin.

12’ê Îlonê saet 03.00’an di çerçoveya Pêngava Şehîd Reşîd Serdar de hêzên gerîlayên me bi çekên giran li hemberî qereqola Grana ku tevger lê zêde bibû ya li sînorê herêma Avaşîn a Herêmên Parastina Medya çalakî pêk anîn. Hejmara mirî û birîndaran nehatin zelalkirin. Saet 03.00’an qereqola Grana bi hawan û obusan herêma Govendê bomberdûman kir.

11’ê Îlonê saet 14.30’an tîmek gerîlayên me li hemberî qereqola Karataşê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemergê çalakiyek sûîqestê pêk anîn. Di encam de leşkerek hat kuştin. Wesayîtek zirxî jî ji bo mudaxeleyê hat cihê bûyerê lê bi awayekî bandor hat derbkirin û neçar ma vekişe. Piştî çalakiyê bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov, qereqola Karataşê bi tank, obus û hawanan herêma Şehîd Mazlûm bomberdûman kir.

10’ê Îlonê saet 12.00’an tîmek gerîlayên me wesayîtek sivîl a ji bo xebatên leşkerî dixebitî li rêya navbera qereqolên Bêrman û Çeman ên girêdayî navçeya Bêşebaba Şirnexê şewitandin, îmha kirin.

11 Îlonê saet 10.00’an tîmek gerîlayên me li hember 4 leşkerê ku ewlehiya bendavê ya navçeya Farqîna Amedê digirin çalakiyek sûîqestê pêk anîn û di encam de leşkerek kuştin.

11’ê Îlonê saet di navbera 16.00 û 18.00’an de rêya li sêgoşeya Xîzan, Berwarî û Miksê ket bin kontrola gerîlayên me. Piştî kontrolkirina nasnameyan der barê pêvajoyê de gel hat agahdarkirin.

11’ê Îlonê danê sibê saet 04.00’an artêşa TC li eraziya Gundê Heftreş, Corova û Gundê Kejîk ên girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê dest bi operasyonek berfireh kir û operasyon danê êvarî bê encam hêzekî zêde vekişiya. Hinek hêzên di eraziyê de veşartî operasyonê didomînin.

11’ê Îlonê saet di navbera 19.30-21.00’an de artêşa TC bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov bi balafirên şer qadên Kale, Derêmîje, Nevalacûnnî, Orşê yên girêdayî herêma Mergê Zerê ya navçeya Gevera Colemergê bomberdûman kir. Her wiha di navbera saet 22.00-23.00’an de jî balafirên şer herêma Geliyê Cafer bomberdûman kir.

11’ê Îlonê saet 20.50’an balafirên şer herêma Heftanîn a Herêmên Parastina Medya bomberdûman kirin.

11’ê Îlonê saet di navbera 00.00-03.00’an de balafirên şer herêma Avaşîn, Ava Basya û herêma Tabûra Ereba, di saet 20.20-20.40’an de herêmên Şehîd Gafûr û Şehîd Bager bomberdûman kirin.

12’ê Îlonê saet 03.00’an Girê Sîvrî yê girêdayî qereqola Bezelê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemergê, herêma Tepê Sor a li sînorê Avaşînê bi tankan bomberdûman kir.

11’ê Îlonê saet di navbera 10.30-11.00’an de qereqola Tepê Ortê ya li sînorê Zapê bi çekên giran li herêmên Latê Kewa û Tepê Sor rasterast gule reşand.

11’ê Îlonê saet di navbera 09.00-09.30’an de girê Maymûn û alaya Topavêjan a Gulyaziyê ya li sînorê Heftanînê bi tank, obus û hawanan herêma Deryê Davetiya bomberdûman kirin.

11’ê Îlonê saet di navbera 17.00-20.00’an li ser hêrêma Avaşîn, saet 08.00-10.00’an li ser Garê, saet 07.00-21.00’an li ser Zapê yên Herêma Parastina Medya pêgerên hewayî yên bê mirov geriyan.

11’ê Îlonê saet di navbera 12.30-13.00’an de li ser herema Qendîl, Xakûrkê û Xinêreyê; saet 13.00-15.30 li ser herêma Metînayê; saet 12.00-16.00’an li ser herêma Avaşînê; saet 12.00-14.00’an li ser herêma Zapê; saet di navbera 21.30-22.00’an de li ser herêma Gareyê tevgera balafirên şer çêbûn.