Komkujiya Cizîrê li Melbourne hat protestokirin

Li bajarê Melbourne yê girêdayî eyaleta Awûstralya komkujiya AKP’ê ya li Cizîrê hat şermezarkirin.

Kurdistaniyan di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk (NAV-KURD) e,  li Qada Melbourne Fedarasyon çalakiyek pêk anîn. Navenda Çandê ya Anadolu (AKM), Komeleya Çandê ya Tirkiyeyiyan a Awûstralya (ATKD), Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Awûstralya, gelek nûner û endamên saziyan jî tevlî çalakiyê bûn.

'BÊDENG NEMÎNIN'

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û AKP, bi êrîşên li hember gelê Kurd welêt ber bi şerekî navxweyî ve dibin û ji hikûmeta Awûstralya hat xwestin ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin.

Girseya piştî çalakiyê ber bi Pirtûkxaneya Eyaletê ve meşiya banga hestyariyê li gelê Awûstralyayê kir.