MLKP'ê salvegera xwe ya 21. li Rojava pîroz kir

Rêxistina MLKP Rojava, 21. sala têkoşîna xwe li eniyên şer û Tabûra Şehîd Serkan pîroz kir.

Ji fermandarên Tabûrê Hêvî Sarya di pîrozbahiyê de peyivî û got, "Em sala 21'an a partiya xwe pîroz dikin. Weke milîtanên feda yên partiya xwe em di sala 21'an de soza çalakî û pratîkên bi îdîa didin."

'ROJAVA BÛYER CIHÊ BICIHHATINA NÊRÎNÊN ME'

Li ser navê MLKP Rojava Baran Serhat peyivî û got, "Li dijî emperyalîzm, kapîtalîzm, faşîzm û mêtîngeriyê, li hemberî cîhana bi xwîn, zilm û îşkenceyê ya li Rojhilata Navîn ji aliyê van hêzan ve hatiye afirandin, em bi şiyara cîhana azad, wekhev û biratiyê ketin ser rê. Cihê ku nêrîna partiya me ya federasyonên herêmî û şoreşa Rojhilata Navîn lê bi hatiye anîn, xaka Rojava ye. Li virê der hem berpirsyariya me ya xwedîdekertin û parastina Şoreşa Rojava heye, hem jî berpirsyariya avakirina vê derê mîna waheya azadiyê, li pêşberî me ye."

Piştî merasîma leşkerî, şervanên MLKP'ê tetbîqetek nîşan dan.

PÎROZBAHÎ LI ENIYÊN ŞER JÎ DEWAM KIR

Şervanên MLKP'ê li eniyên şer jî bi çalakiyan 21 salvegera damezrandina partiya xwe silav kirin. Di pîrozbahiya ku bi axaftina şervana MLKP'ê Polen Cebo destpê kir de şervanên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî û TKP/ML TÎKKO jî amade bûn. Di pîrozbahiyê de pankartên bi zimanê Kurdî yên bi nivîsan "Ji bo azadî û sosyalîzmê rêya yekane şoreş e" hat vekirin.

Li mewziyên nêzî yên şervanên enternasyonalîst, şervanên YPG'ê jî gule berdan hewayê û salvegera damezrandinê pîroz kirin.