Li Ewropayê gelê Cizîrê hat silavkirin

Li Ewropayê çalakiyên protestoyî yên li hemberî êrîş û polîtîkayên şer ên AKP'ê, dewam dikin.

Duh tevahiya rojê li gelek navendan, komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de banga hişyarî û berpirsyariyê li raya giştî ya cîhanê hat kirin.

MONTPELLÎER: Di meşa li bajarê Fransa Montpellîerê de, komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin û berxwedana gel hat silavkirin. Di çalakiyê de tevî Kurdistaniyan, endamên Partiya Komunûst a Fransayê û Ermenî jî amade bûn. Çalakger li ber Parka Peyroû civiyan û bi qîrîna dirûşmeyên "Kujer Erdogan", "Duh Kobanê îro Cizîr" komkujiya li Cizîrê şermezar kirin.

LORÎENT: Kurdistaniyên li bajarê Lorîent ê li rojavayê Fransayê dijîn, tevî dostên xwe li meydana Placa Aristide Briand danê êvarê civiyan û terora AKP'ê şermezar kirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku helwesta Erdogan û hikûmeta AKP'ê di dema dawî de li hemberî Kurdan ketiye rewşeke faşîzan û hat gotin, "Çawa ku li Kobanê çeteyên DAIŞ'ê hatin têkbirin, çeteyên ser bi AKP-Gladyoya Qesrê jî wê werin beralîkirin."

BRUKSEL: Komkujiya li Cizîrê li ber Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê hat şermezarkirin. Tevî saziyên Kurd nûnerên Goran, YNK û MLKP'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Mûstafa Kûmral di axaftina xwe ya li çalakiyê de bal kişand ser komkujiya li Cizîrê û destnîşan kir ku gelê Kurd ti carî teslîm nehatiye girtin. Li ser navê Goran Rajdar Garmay jî got, "Dema dema hevgirtina hemû Kurdistanê ye."

AMSTERDAM: Bi pêşengiya jinên Kurd li paytexta hollanda Amsterdamê komkujiya li Cizîrê û êrîşên nîjadperestî yên li bajarên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Çalakgeran di çalakiyê de kefen li xwe kirin û komkujî şermezar kirin.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, li ser banga CDK-F, Kurdistanî û Tirkyeyî li Gare de L'est civiyan. Di çalakiyê de nûnerên saziyên Fransayê jî amade bûn. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer Tirkiye" heta Meydana Repûblîqûe meşiya û bi li xwe kirina kefen polîtîkayên qetlîamker ên Tirkiyeyê teşhîr kir.

QIBRIS: Li Qibrisê, komkujiyên AKP li Cizîr û tevahiya Kurdistanê dike ji aliyê bi sedan kesî ve hat proteostkirin. Di çalakiyê de bêdengiya çapemeniya Tirk û cîhanê jî hat şermezarkirin.