Terora AKP'ê li Soçî hat şermezarkirin

Terora dewleta AKP'ê û êrîşên nîjadperest ên li hemberî avahiyên HDP'ê, ji aliyê Kurdistaniyên li Soçî dijîn ve hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Soçî yê Federasyona Rûsyayê dijîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûn nîşanî komkujiyên AKP'ê yên li Kurdistanê dan.

Di civîna li salona konferansê ya otela Soçî Jemşuşîna de, Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Soçî Osman Yildiz, Serokê Organîzasyona Karsazên Kurd ên li Soçî Huseyîn Kaya, siyasetmedar Adîl Cotkar û gelek Kurdistanî amade bûn.

'GELÊ KURD TI CARÎ SERÎ NETEWAND'

Cotkar di axaftina vekirinê de bibîr xist, ku AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li hemberî Kurdan dest bi şerekî topyekûn kiriye û destnîşan kir, ku ev şer ne tenê ji aliyê siyasî ve, di heman demê de ji aliyê leşkerî, civakî ve weke şerekî etnîkî li hemû herêmên Kurd lê dijîn tê meşandin.

Cotkar anî ziman ku gelê Kurd ti carî serî li ber zext û zilmê netewandiye, wê ji niha û pê ve jî netewîne û got, "Ragihandina xweseriyê ji aliyê gelê li Bakurê Kurdistanê ve, di rêya azadiyê de gava destpêkê ye."

Cotkar da xuyakirin, ku tevî hemû zilm, zordarî, êrîş û komkujiyên li aliyê hêzên AKP'ê ve tên kirin, gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurd ji bo çareseriya bi rêbazên demokratîk a pirsgirêka Kurd di nava hewldanên berfireh de ne û ev xal destnîşan kir: "Kî difikire ku gelê me wê li hemberî êrîşkaran bêdeng be, xwe dixapîne. Gelê Kurd li Cizîr û navçeyên din nîşan da ku wê bi çi rengî xwedî li rûmeta xwe derkeve."

'GELÊ ME XWEDÎ WÊ VÎNÊ YE KU HEMÛ LÎSTIKAN XERA BIKE'

Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Soçî Osman Yildiz jî diyar kir ku AKP ji bo careke din bibe desthilatdar dixwaze Tirkiyeyê veguherîne qada şer û got, "Dewleta Tirk li şûna berjewendiyên neteweyî niha di çarçoveya berjewendiyên AKP'ê de tevdigere. Gelê me xwedî wê hêz û pêşdîtinê ye, ku dikare hemû lîstikan têk bibe. Em hemû welatiyên xwe yên di demên dawî de ji ber terora dewletê jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin."

'DIVÊ HER KES NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIDE'

Di dawiya civînê de Serokê Organîzasyona Karsazên Kurd li Soçî Huseyîn Kaya bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li pêşberî bûyer û qewimînên li Bakurê Kurdistanê bêdeng nemîne, nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide û ji hikûmeta AKP'ê jî xwest, ku bi lezgînî dawî li êrîşên li hemberî sivîlan bîne.

...