Kurdistaniyan li Bernê rê nedan faşîstan birîndar hene

Rêxistina UETD a AKP’ê ya li Ewropayê ku xwest bi armanca provokasyonê li Bernê mîtîngeke bi navê li dijî terorê pêk bîne, Kurdistanî û dostên wan destûr nedan faşîstan.

Rêxistina UETD a AKP’ê ya li Ewropayê ku xwest bi armanca provokasyonê li Bernê mîtîngeke bi navê li dijî terorê pêk bîne, Kurd û dostên wan destûr nedan. Di bûyerên ku rû dan polîsan li hember Kurdan gaz û guleyên plastîk bi kar anîn. Koma faşîst a nikarîbû bikeve qada mîtîngê dema êrîşî Kurdan kir di bûyerên ku rû dan gelek kes birîndar bûn.

Bi armanca astengkirina mîtînga ku komeke faşîst di pêşengiya UETD de li Bern Helvetia Platz pêk bînin, Kurdistaniyan û dostên wan saetên sbehê herikîn ber cihê wê mîtîng pêk hatina û nehiştin faşîst bikevin qadê.

POLÎSAN ÊRÎŞÎ KURD Û DOSTÊN WAN KIRIN

Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî Kurdistanî û dostên wan kirin. Tevî êrîşa polîsan jî girseyê cihê xwe terk nekir. Girseyê bi yek dengî dirûşmên, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Her cih berxwedan” li Bernê deng vedan.

DESTÛR NEDAN MÎTÎNGA FAŞÎSTAN

Li qada mîtîngê ku sekna Kurdistanî û dostên wan dewam kir, di navbera koma faşîst û girseyê de alozî pêk hat. Ciwanan ku destûr nedan koma faşîst bikeve qadê faşîstên li kolanan belav bûn, wesayît ajotin ser Kurdên ku dixwestin bikevin qada çalakiyê. Di êrîşê de du jin birîndar bûn, Kurdistaniyan û ciwanên demokrat ên nerazîbûn nîşanî êrîşê dan ber bi cihê faşîstan ve meşiyan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

DIRÛŞMÊN AZADIYÊ TÊN GOTIN

Di êrîşan de ku gelek kes birîndar bûn, Li ser israra Kurdistaniyan û dostên wan polîsan mîtînga ku koma faşîst dixwest pêk bîne betal kir.

Koma faşîst ku belav bû, Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmên azadiyê bi yek dengî li qada mîtîngê sekna xwe didomînin. 

...