Siyasetmedarên Swîsreyî li hember şerê Qesrê nerazîbûn nîşan dan
13 siyasetmedarên ku di nav wan de parlamenterên Swîsreyî jî hene, bi daxuyaniyeke hevpar polîtîkaya şer a dewleta Tirk li hemberî Kurdan da destpêkirin şermezar kirin.
13 siyasetmedarên ku di nav wan de parlamenterên Swîsreyî jî hene, bi daxuyaniyeke hevpar polîtîkaya şer a dewleta Tirk li hemberî Kurdan da destpêkirin şermezar kirin.
13 siyasetmedarên ku di nav wan de parlamenterên Swîsreyî jî hene, bi daxuyaniyeke hevpar polîtîkaya şer a dewleta Tirk li hemberî Kurdan da destpêkirin şermezar kirin.
Li Swîsreyê di nav wan de Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Kantona Basel û namzetê parlamenteriyê ya parlamentoya Federal a SP Mûstafa Atici, Parlamenterê Keskan ê Kantona Bern Haşîm Sancar jî ku heye 14 siyasetmedaran daxuyaniyeke hevpar weşandin, şerê Tirkiyeyê yê li hember gelê Kurd şermezar kirin. Siyasetmedaran banga, “rawestandina şerê li Tirkiyeyê û ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê “ kirin.
Ji bo Swîsre jî tevlî hevdîtinên aştiyê bibin, siyasetmedaran der barê mijarê de ev bangawazî kirin: “Em siyasetmedarên Tirkiyeyî yên di polîtîkayê de cihekî aktîf digirin û di meclîsan de ne, vê pêvajoyê bi fikar dişopînin. Ji bo êrîş bisekinin û hevdîtinên aştiyê dîsa destpê bikin em bang li mûxatabên şer, hikûmeta Tirk û rêveberiya PKK’ê dikin. Di heman demê de bang li hikûmeta Swîsreyê dikin ku ji bo pirsgirêk çareser bibe bibin alîkar û tecrûbeyên xwe yên di mijara hevdîtinên aştiyê û dîplomasiyê de bikar bînin.”
Piştî daxuyaniyê, li ser navê 14 siyasetmedaran, Parlamenterê Kantona Basel Mûstafa Atici, ji Yekîtiya Keskan Sîbel Arslan, Parlamenterê Kantona Bernê Haşîm Sancar û bi wan re Parlamenterê Federal ê Swîsre Carlo Sommarûga û Parlamentera Keskan Yvonne Gîllî ji bo mijarê bi Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîeder Bûrkhalter re hevdîtin pêk anîn.
Siyasetmedaran, Wezîrê Karên Derve Bûrkhalter der barê komkujiya hêzên ewlehiyê yên li Cizîrê û Kurdistanê agahdar kirin û xwestin ku hikûmeta Swîsre li hember bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bê deng nemîne. Her wiha siyasetmedaran ji bo li Tirkiyeyê aştî çêbibe, ji Wezîrê Karên Derve xwestin ku Swîsre û welatên din ên Ewropa têkevin tevgerê.
Piştî Bûrkhalter li siyasetmedaran guhdar kir got ku wekî Tirkiyeyiyên li Swîsrê dijîn ew jî bi fikar bûyeran dişopînin û ji van bûyeran bi xemgîn in.
Her wiha siyasetmedaran nêrînên xwe ji Sefîrê Bernê yê Tirkiyeyê Mehmet Tûgrûl Gucuk jî re ragihandin.