Li Stenbolê 15 ESP'yî hatin girtin

Ji 17 ESP'yiyên di operasyonan de hatin binçavkirin 15 jê hatin girtin.

17 ESP'yiyên di operasyonên roja Sêşemê de hatin binçavkirin, li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê sewqî dadgeha nobeda hatin kirin. Li dû lêpirsîna ji aliyê dadgeha nobedar ve hat kirin 15 ji binçavkiriyan bi îdîaya "li dijî qanûna xwepêşandana, meş û civînan derketine" hatin girtin. Navên ESP'yiyên hatine girtin bi vî rengî ye: Şafak Guray, Fîlîz Çolak, Bersû Eroglû, Mahîr Can Gultekîn, Gamze Yuger, Îbrahîm Gorur, Ersîn Topçû, Çagdaş Avcioglû, Ûgûr Polat, Alî Haydar Akdenîz, Çagri Aydongan, Soner Ozel, Îsmaîl Gokçe, Firat Kinali û Îlhan Yaşmîn.