Li Skoçyayê komkujiya Cizîrê hat protestokirin

Kurdistanî û Tirkiyeyî li paytext Edînbûrg a Skoçyayê hatin gel hev û komkujiyên sivîlan ên li Cizîrê protesto kirin.

Kurdistanî û Tirkiyeyî li paytext Edînbûrg a Skoçyayê hatin gel hev û komkujiyên sivîlan ên li Cizîrê protesto kirin.

Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Skoçya çalakî organîze kir. Çalakî li pêşiya parlamentoyê pêk hat, çalakvanan li hember komkujiyan banga hestyariyê li Skoçan û hikûmetê kirin.

Di çalakiyê de çalakvanan kefen li xwe kirin û di gelek zimanan de dirûşmên, “Qatil Erdogan” û “Qatil Tirkiye” qîr kirin. Çalakvanan bi sedan belavokên bal dikişîne ser komkujiya Bakurê Kurdistanê belav kirin.

‘DEWLET QETIL DIKE, NÎJADPEREST ÊRÎŞ DIKIN’

Daxuyaniya ku li pêşiya parlamentoyê hat xwendin diyar kir ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, AKP’ê li hember HDP’ê, Kurdan û hêzên demokrasiyê dest bi şer kiriye. Daxuyaniyê bal kişand ser êrîşên nîjadperestan û komkujiyên di serî de Cizîr ên li bajarên Kurdistanê.

Di çalakiyê de ji Skoçan û Parlamentoya Skoçan piştgirî hat xwestin.

Çalakî piştî sirûda Ey Raqîp hat xwendin bi dawî bû.