Di Fete de l'Humanite de li hember polîtîkayên şer ên Erdogan nerazîbûn

Di şahiya Fete de l'Humanite de, li hember polîtîkaya şer a Serokkomarê Tirk Erdogan a li hember gelê Kurd nerazîbûneke tund hat nîşandan. Heyeta Rojavayî ya tevlî şahiyê bû jî rastî eleqeyeke mezin hat.

Fete de I’Humanîte ya yek ji kombûnên girîng a Fransa ye, li Parka La Courneuve didome. Nûnerên partiyên siyasî yên gelek welatan, sefîr, nûnerên tevgera civakî yên tevlî organîzasyonê bûn, li beşa Gundê Cîhanê kom bûn. Edîtorê Rojnameya Humanite Patric Le Hyarick delegeyên welatan pêşwazî kir. Di nav heyetan de ji nûnerên Rojava û Şengalê Sînem Muhammed û Leyla Boran amade bûn.

Le Hyarick di axaftina vekirinê de diyar kir ku bi şer û krîzan nirxên mirovatiyê tên binpêkirin.

Le Hyarick ev peyam da: "Dibe ku ferqa me ya ol, ziman û çandê hebe. Ev ne li pêşberî  nirxên me yên têkoşîna hevpar in. Ev me bi zimanekî enternasyonal girê dide. Têkoşîna me heta bi ser bikeve wê bidome. Li hemberî hêzên emperyalîst, kapîtalîst em di pêvajoya ku hê  zêdetir xwe bi nirxên xwe yên hevpar ve girê bidin de derbas dibin.”Le Hyarick bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û got ku tiştên Fransa, YE û NATO dikin şerm e.

'DAIŞ ÇÊKIRIN'

Le Hyarick got: "NATO, YE û di serî de welatê me Fransa em tevkariya wan a ji rewşa şer a li cîhanê re dibînin. Ji bo koçberiyên encama barbariya emperyalîst û şeran dijîn dibêjin deriyê me girtiye. Berpirsyarê vê dramê ne ew hûn in. Baş li wî wêneyê zarokê li ber peravê binêrin. Ew berhema we ye.” Le Hyarick, diyar kir ku li Sûriye, Iraq, Afganîstan û herêmê Fransa jî di nav de pêkanînên YE û DYA DAIŞ afirandin.

'ERDOGAN WE BOMBE DIKE; EM JI BER BÊDENGIYÊ ŞERM DIKIN’

Le Hyarick, axaftina xwe wiha dewam kir: "Li rex welatê Tirkiyeyê yê DAIŞ’ê destek dide cih digirin. Lê nabînin ku rêxistina yekane ya li ber xwe dide PYD û PKK ye. Ew li ber xwe didin. Kurd li ber xwe didin. Em ê ti carî we bi tenê nehêlin. Tenê hiştina we sûcekî mirovatiyê ye." Le Hyarick heyeta Rojava nîşan da û got: “We ji cîhanê re wek terorîst nîşandan şerma cîhanê ye. Em ji ber bêdengiya welatê me û Ewropayê ya li hember we ku hûn derî bi derî mal bi mal li ber xwe didin, şerm dikin. Erdogan dema we bombe dike, em ji bêdengiya welatê me şerm dikin. Em li hember kesên ji bo hilbijartinê qezenç bikin we diavêjin nav êgir ku bêdeng dimînin şerm dikin.” Paşê demeke dirêj ji bo heyeta Rojava beşdaran li çepikan dan.