Gara trênê û Balafirgeha Zurîhê hat dagirkirin

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê li Gara Trênê ya Navendî ji bo xwedîderketina berxwedana Cizîrê çalakiyek dagirkirinê pêk hat. Piştre girseyê Balafirgeha Navneteweyî ya Zurîchê jî dagir kir.

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê li Gara Trênê ya Navendî ji bo xwedîderketina berxwedana Cizîrê çalakiyek dagirkirinê pêk hat. Piştre girseyê Balafirgeha Navneteweyî ya Zurîchê jî dagir kir.

Komek ji 200 kesî  ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li hember Cizîrê protesto bikin, Stasyona Trênê ya Zurîchê dagir kirin. Çalakvanan li navenda Stasyonê çemberek çêkirin û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de komek jin bi gomlekên spî û bi xwîn, xwe li erdê dirêj kirin û xwestin balê bikişînin ser komkujiyên sivîlan.

Di axaftina ku li ser navê DEM-KURD’ê hat kirin,  hat xwestin ku raya giştî  êrîşên komkujiyê yên li hemberî gelê Kurd ê li hember DAIŞ’ê têdikoşin bibînin û li hember dewleta Tirkiyeyê ku aligiriya DAIŞ’ê dike xwedî helwest bin.

Piştre, girse bi pankartên xwe berê xwe da Balafirgeha Navneteweyî ya Zurîhê. Hejmarek zêde polîs li qadê bûn. Kurdistaniyan ji polîsan re ragihandin ku ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Tirkiyeyê dixwazin çalakiyê pêk bînin û çalakvanan qadek berfireh dagir kirin. Polîsan derdora girseyê girtin û mudaxele nekirin.