Li Elmanyayê çalakiyên ji bo silavkirina berxwedana Cizîrê

Li gelek navendên Elmanyayê bi çalakiyan berxwedana Cizîrê Botan hat silavkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Li gelek navendên Elmanyayê bi çalakiyan berxwedana Cizîrê Botan hat silavkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

OFFENBÛRG: Li bajarê Offenbûrgê, berxwedana Cizîrê hat silavkirin, komkujiyên dewleta Tirk û êrîşên li hemberî HDP'ê hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku 300 kes lê amade bûn de, dirûşmên "Dawî li komkujiyên li Cizîrê bînin", "HDP ne bi tenê ye", "Bijî piştgiriya şoreşger" û "Terorîst Erdogan, terorîst Tirkiye" hatin qîrîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin û belavokên li ser mijarê li mirovên derdorê hatin belavkirin.

AÛRÎCH: Li bajarê Aûrîch, Ciwanên Azad bi beşdariya 150 kesî li Markplatzê açakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de welatiyên bi navê Fatma Saka, Velî Îcîger û Aslan Bozkûrt axivîn. Di axaftinan de hat ragihandin ku divê Ewropa êdî Erdogan baş nas bike û hat destnîşankirin, ku eger Ewropa bi hestyarî tevnegere ew ê jî ji komkujiyan berpirsyar be.

HAGEN: Di çalakiya li Hagenê de jî 400 kes amade bûn. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve hat organîzekirin û MLKP, ATÎK, Dergaha Elewiyan a Hagenê û Komeleya Elewiyan a derdora Hagenê, destek dan. Di çalakiyê de berxwedana Cizîrê hat silavkirin û hat destnîşankirin ku li hemberî êrîşên AKP'ê divê hemû şoreşger û welatparêz rabin ser piyan û dawî li faşîzma AKP'ê bînin.

HAMBÛRG: Di çalakiya li bajarê Hambûrgê de bi qasî 3 hezar antî faşîst û Kurd amade bûn. Girseya gel hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîrê li hemberî Kurdan dike, hat şermezarkirin. Di çalakiya bi Însiyatîfa Tatort Kurdistanê ve hat organîzekirin de berxwedana Kurdistanê, bi taybetî jî ya Cizîra Botan hat silavkirin. Meşa danê êvarê li semta Sternschanze destpê kir, li ber Girtîgeha Dammtor veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn daxuyanî hat dayîn û li ser mijara Kurdistanê helwesta hikûmeta Elman hat şermezarkirin û siyasetmedarên Kurd Bedrettîn Kavak û Mehmet Demîr ên li Hambûrgê di girtîgehê de tên ragirtin, hatin silavkirin. Parlamenterê Partiya Çep Martîn Dolzer di axaftina xwe ya li civir de xwest êrîşên li Cizîrê yên li hemberî gel der hal bên sekinandin û ji hemû partiyên siyası xwest ku heyetekê bişînin Cizîrê. Mîtîng bi gotina sirûda "Çerxa Şoreşê" ji aliyê cotikên bi navê Nûjîn û Nûpelda ve, bi dawî bû.

KARLSRÛHE: Elman, Kurd û dostên wan ênli Lûdwîgsplatz a Karlsrûhe hatin cem hev, şîdeta AKP'ê ya li Cizîrê dimeşîne, şermezar kirin.

MANNHEÎM: Çalakiya li Mannheîmê ya ji aliyê pekhateyên HDP'ê ve hat organîzekirin bi beşdariya 1000 kesî pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê belavok hat xwendin û zextên hikûmeta paşverû ya AKP'ê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de nûnerên AGÎF, ATÎK, DÎDÎF, ADHK, YDG, NAV-DEM û Die Linke axivîn û destnîşan kirin ku ew li pişt gelê li Cizîrê li ber xwe didin e.

KOLN: Meclîsên Jinan ên Koln û Bonnê, Balafirgeha Koln-Bonnê dagir kirin û êrîşên li Cizîrê şermezar kirin. Çalakî ji aliyê komek ji 100 kesan ve hat lidarxistin û tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ, KJK, HDP û pankarta bi nivîsa "Li Tirkiyeyê komkujî li Kurdan tê kirin" hatin hilgirtin.

...