Ji PE banga 'dawî li şîdetê bînin, li maseya muzakereyê vegerin'

Komên polîtîk ên li Parlamenta Ewropayê, bang li Bruksel, Enqere û Kurdan kirin ku li maseya muzakereyê vegerin û bi awayekî dualî çekan bêdeng bikin.

Komên polîtîk ên li Parlamenta Ewropayê, bang li Bruksel, Enqere û Kurdan kirin ku li maseya muzakereyê vegerin û bi awayekî dualî çekan bêdeng bikin.

Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) Martîn Schûlz di daxuyaniya xwe ya bi serenavê "Rewşa şîdetê ya Tirkiyeyê dadiqurtîne min dixe nava fikaran" de got: "Ez bang li meqamên Tirk û rêveberên Kurd dikim ku li pêvajoya aştiyê vegerin û tavilê agirbestê îlan bikin." Schûltz anî ziman, ku siyasetmedarên Tirk ji bo pêkanîna aştiya civakî, divê li şûna mejiyê şerkirinê, berpirsyariyeke hevgirtina civakê nîşan bidin. Schûltz bibîr xist ku HDP partiyeke rewa ye ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de 80 parlamenter bi dest xistiye û destnîşan kir ku ew ê êrîşên li dijî HDP'ê ti carî qebûl nekin. Schûltz da zanîn ku derketina ji rewşa şer û avakirina aştiya civakî berpirsyariya siyasiyan e û diyar kir ku divê xwînsarî û kontrola herî mezin ji aliyê lîderan ve were nîşandan.

RAPORTORA TIRKIYEYÊ KATÎ PÎRÎ BANGA 'AGIRBESTA DUALÎ' KIR

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî da xuyakirin ku divê pêvajoya aştiyê bi Kurdan re bê dewam kirin. Pîrî destnîşan kir ku ji bo vê jî divê hemû aliyên berpirsyar agirbestê îlan bikin û got, "Li Tirkiyeyê kûrbûna şîdetê di asteke gelekî xetere û tirsnak de ye." Pîrî êrîşên li hemberî HDP'ê jî weke vandalîzm pênase kir û anî ziman ku ev nayê qebûlkirin.

KOMA ÇEP: DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ RAKIRIN Û MUZAKERE DESTPÊ BIKIN

Li ser navê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê di daxuyaniya bi îmzeya Marîe-Chrîstîne Vergîat de hat bibîrxistin, ku ev çend roj in li hemberî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan bi armanca tinekirinê êrîş tên kirin û destnîşan kir ku ev yek rasthatin nîne. Vergîat da zanîn ku êrîş bi dek û dolabên polîtîk ji bo bandorê li encamên hilbijartinê bike ji aliyê navendekê ve tê birêvebirin û got, "Çapemeniya Ewropa û navneteweyî windahiyên PKK û dewletê diweşînin. Lê gelo hûn dizanin ku di nava meha dawî de bi qasî 100 Kurdên sivîl hatine kuştin? Di nava Kurdên hatine kuştin de jin û zarok jî hene. Ev jî ji aliyê sekvanan ve ji ber ku derketine deve li Cizîrê hedef hatin girtin û qetilkirin."

Vergîat her wiha êrîşên bombeyî yên beriya hilbijartinê li hemberî mîtîngên HDP'ê hatin kirin û komkujiya li Pirsûsê jî bibîr xist.

Vergîat da zanîn ku divê Yekîtiya Ewropa û hemû rayedar, ji bo sekinandina vê hovîtiyê bi hemû giraniya xwe re tavilê bikevin nava tevgerê û got, "Bi vî rengî divê pêşî li şerê navxweyî yê sivîl ê dengê lingê wê tê, were astengkirin."

Vergîat da xuyakirin ku ji bo vê yekê jî divê êdî Erdogan bes bi agir bilîze û got, "Girîng e zext bi dawî bibin, artêşa Tirk xwe ji bajarên Kurdan vekişîne. Pêwîste pêvajoya muzakereyê ya ji meha Nîsanê û vir ve hatiye sekinandin bê dewamkirin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin."

KOMA SOSYALÎST: PÊWÎSTE ZIMANÊ DIJBERIYA KURDAN BÊ TERIKANDIN

Serokê Koma Sosyalîst Demokrat a Parlamenta Ewropayê Gîannî Pîttella jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku divê Tirkiye li gorî pîvanên bi Yekîtiya Ewropayê re muzakereya wê dike tevbigere, zimanê dijberiya Kurdan biterikîne û li şûna vê nêzîkatiyeke hurmetdarî nîşan bide. Pîttella ragihand ku ev yek di bin berpirsyariya hikûmetê de ye. Pîttella êrîşên li hemberî HDP'ê şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîş ti carî nayê qebûlkirin.

Parlamenterê PE yê ji têkiliyên bi Tirkiyeyê re berpirsyar Rîchard Howîtt bibîr xist ku HDP endamê Partiyên Sosyalîst ên Ewropayê ye û partiyeke demokratîk e û got, "Em êrîşên li dijî HDP'ê mehkûm dikin." Howîtt destnîşan kir ku Tirkiye eger mafên polîtîk û sivîl ên gelê Kurd di asta herî bilind de nas neke, wê nebe xwedî serxwebûnê.

KOMA KESKAN: DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA TAVILÊ BIKEVE DEWRÊ

Seroka Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê Rebecca Harms jî da zanîn ku şîdeta li Tirkiyeyê gihaştiye asteke tirsnak û diyar kir ku Tirkiye ber bi şerekî sivîl ve diçe. Harms ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku bikeve dewrê û zextê li aliyan bike.

Endamê Konseya Parlamenterên Têkel a Tirkiye Yekîtiya Ewropayê Ernest Maragall jî diyar kir ku rewşa Tirkiyeyê gav bi gav nebaş dibe û nabe ku Yekîtiya Ewropa bi tenê li rewşê temaşe bike.

Parlamenterê Koma Keskan Pascal Dûrand ragihand ku li herêmeke ku DAIŞ şerê serweriyê lê dimeşîne, ev rêveçûna Tirkiyeyê di asteke xetere de ye û ji bo aştî û demokrasî bê rûniştandin ji rayedarên Konsey û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê xwest tavile bikevin nava tevgerê.