Polîsan li Colemêrgê avêtin ser malên Hevserokên HDP û DBP'ê
Li Colemêrgê, polîsên Tirk tevî malên Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de 3 kes hatin binçavkirin.
Li Colemêrgê, polîsên Tirk tevî malên Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de 3 kes hatin binçavkirin.
Li taxên Berçelan, Bîçer û Bûlak ên Colemêrgê, tevî malên Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Colemêrgê Zeynep Besî Dara û hevseroka DBP'ê ya Colemêrgê Bêrîvan Akboga jî di nav de polîsan û tîmên taybet avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de polîsan deriyên malan şikandin û eşyayên di hundir de ji hev belav kirin. Ji ber ku Dara û Akboga ne li malê bûn nehatin binçavkirin, lê 3 kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.